• Saturday, 07 February 2026
logo

Di encama binav bûna keştiyekî de 54 kesan koçberan canê xwe ji dest dan

Gulan Media August 4, 2025 Nûçe
Di encama binav bûna keştiyekî de 54 kesan koçberan canê xwe ji dest dan

Li gor ajansa Reutersê, piştî noqbûna keştiyekî ku koçberên Afrîkî hildigirtibû li peravên Yemenê, herî kêm 54 kes mirine û çend kesên din jî winda ne.

Abdulqadir Bacemîl, rêveberê tenduristiyê yê Zîncibarê li parêzgeha Abyan a Yemenê, ji Reuters re ragehandiye ku cenazeyên 54 koçberan, ku di nav wan de neh Etiyopyayî û Yemenî hene, hatine dîtin û 10 kesên din jî hatine rizgarkirin.

Herwaha tekes kiriye ku operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo dîtina cenazeyên din hîn jî berdewam dikin, ji ber ku keştiyê nêzîkî 150 kes hildigirtiye ku ji ber rewşa hewaya xirab bin av bûye.

Li gor agahiyan di çaryeka yekem a îsal de zêdetirî 37,000 koçber li Yemenê hatine tomar kirin, di heman demê de 60,000 dê di sala 2024ê de ji wî welêtî derbas bûne.

 

Basnews

Top