Sengar Kanebî: Desthilatdarên Bexdayê naxwazin petrola Kurdistanê dîsa were hinardekirin da ku ew karibin mûçeyan wekî kartek siyasî bikar bînin
Berpirsê şaxê Qereçox a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) aşkera dike ku hikûmeta federal a Iraqê naxwaze hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike, heya ku ew jû wek Hikûmet wê pêbend nebe ku mehane mûçeyên mûçegirên Kurdistanê bişîne.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Konsulê Giştî yê Amerîkayê Steve Bittner li ser pêwîstiya ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê li hev kirin. Her çend Hewlêr û Bexda çend hefte ne li hev kirine jî, pêvajoya hinardekirinê hîn ji nû ve dest pê nekiriye.
Di vê mijarê de, Senger Kanebî, berpirsê şaxê 23-an ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) ji BasNewsê re got: "Hikûmeta federal a Iraqê naxwaze hinardekirina petrolê ji nû ve dest pê bike, ji ber vê yekê milîsên ku parzûngehên petrolê bombebaran kirin. Niha jî Bexda naxwaze parzûngeh bikevin kar, ji ber sedemeke sade; ew jî eve ku eger petrola Kurdistanê bi wê mîqdara diyarkirî bê berhemanîn û ji derve re bê frotin, Iraq dê neçar bimîne ku mehane mûçeyên mûçegirên Kurdistan û destheqa şîrketên petrolê bişîne, di demekî de ku Iraq pê nexwaşe pere û dahata xwe bişîne Kurdistanê û wisa hesab dike ku ew pere dê bidin neyarekî xwe. Ji bilî vê jî Iraq naxwaze bikeve bin bare wê xerciyê, ji ber ku hemwelatiyên Kurdistanê wek hemwelatiyên xwe nabîne û bi xwe jî di bûdceya wê de kêmasî he ye.”
Her sal bi sed hezaran kes li Iraqê tên wergirtin, bi dehan milîs bi navên cuda ji hikûmeta federal mûçeyan werdigirin, ku hin ji wan yên welatên din in, ji ber vê yekê pereyê petrolê ji bo Iraqê têrê nake, ji ber ku Bexda naxwaze ku petrola Kurdistanê bê firotin, heta ku pêbend nebe bi şandina mûçe, ji ber ku eger petrol bên hinartin dê vê carê nekarin xwe ji şandina mûçe bidizin. Ji ber wê dixwazin her çi ji destê wan bê, pêşî li ber hinardekirina petrola Kurdistanê bigirin.”
Herwaha diyar dike: “Rast e ku rayedarên Bexdayê karîne ji bicihanîna destûr û biryara Dadgeha Federal û şandina mûçeyên mehane ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dûr bisekinin, lê hinardekirina petrolê cuda ye û ew dem ne Bexda û ne jî caş ti axaftin û behaneyeke wan namîne. Ji bo wê jî her çend Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ku hinardekirina petrol bi wê biryarê berdewam be, lê Hikûmeta federal naxwaze û ji bo vê armancê dernakeve pêş."
Basnews
