• Sunday, 08 February 2026
logo

Hêja Mihemed Tofîq, Cîgirê Serpereştê Îdareya Serbixwe ya Zaxo bo Karûbarên Teknîkî: Li nav Zaxo û rêyên sereke yên di navbera Zaxo û qeza, nahiye û gundan de, me bi qasî 470 km rêyên sereke û cadeyên navxweyî çêkirine.

Hêja Mihemed Tofîq, Cîgirê Serpereştê Îdareya Serbixwe ya Zaxo bo Karûbarên Teknîkî: Li nav Zaxo û rêyên sereke yên di navbera Zaxo û qeza, nahiye û gundan de, me bi qasî 470 km rêyên sereke û cadeyên navxweyî çêkirine.

 

Hêja Mihemed Tofîq, Cîgirê Serpereştê Îdareya Serbixwe ya Zaxo bo Karûbarên Teknîkî: Li nav Zaxo û rêyên sereke yên di navbera Zaxo û qeza, nahiye û gundan de, me bi qasî 470 km rêyên sereke û cadeyên navxweyî çêkirine.

 

Hêja Mihemed Tofîq, Cîgirê Serpereştê Îdareya Serbixwe ya Zaxo bo Karûbarên Teknîkî ye. Di sala 2005’an de Koleja Endezyariyê, Beşa Bajarvaniyê li Zanîngeha Duhokê qedandiye û ji sala 2007’an ve wek endezyar li Qaymeqamtiya Qeza Zaxoyê kar kiriye. Ji sala 2022’an ve, piştî ku bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Zaxo bû îdareyeke serbixwe, ew bûye Cîgirê Serpereştê Îdareya Serbixwe ya Zaxo. Di gotûbêja vê carê ya "Bazneya Gotûbêjê" de, bi sernavê "Pêşxistina Projeyên Rê û Bûban û Çareserkirina Pirsgirêkên Hatûçûnê", bi zimanê data û hejmaran behsa projeyên rê û bûban li devera Îdareya Serbixwe ya Zaxo kir û bi vî awayî pêşniyar û raspardeyên xwe pêşkêş kirin.

Destpêkê, spasiya Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê dikin ku ev gotûbêja girîng li ser projeyên rê û bûban li Herêma Kurdistanê organîze kiriye. Ji ber vê yekê, ez vê gotûbêjê wek derfetekê dibînim ku bikaribim behsa wan projeyên bikim ku piştî biryara Zaxo wek îdareyeke serbixwe li vê deverê hatine cîbicîkirin.

Piştî ku Zaxo bû îdareyeke serbixwe, zêdetirî 362 proje di hemû sektorên wekî "tenduristî, xwendin û xwendina bilind, şaredarî û rê û bûban" de hatin cîbicîkirin. Herwiha, 19 projeyên weberhênanê mohlet wergirtine û niha, ligel wan projeyên ku hikûmet cîbicî dike, 51 proje di sektora weberhênanê de di bin cîbicîkirinê de ne.

Derbarê projeyên rê û bûban li devera Îdareya Serbixwe ya Zaxo, du cor projeyên me hene. Yekem, "projeyên rê û bûbanên derve" û duyem, "projeyên çêkirin û nûjenkirina cadeyên navxweyî". Di van her du waran de me 163 proje bi hev re cîbicî kirine. Gelek ji wan projeyan temam bûne û niha ketine xizmeta welatiyan, û beşa mayî jî kar tê de berdewam e.

Plan û bernameya me wek Îdareya Serbixwe ya Zaxo, bi wî rengî ye ku me hewl daye proje li ser asta standard, hemûalî û yekgirtî bin. Eger proje cadeyên navxweyî yên nav bajêr bin, me hewl daye ku şêwaza çêkirina cadeyan û şêwaza qîrkirinê li ser asta standarda endezyarî be, peyarê, girava navendî, keskati û ronahî jê re bêne dabînkirin. Bi heman şêweyî, di projeyên rê û bûbanên derve yên Îdareya Serbixwe ya Zaxo de jî, heman asta standarda endezyarî hatiye berçavgirtin û rê pir baş û modern hatine çêkirin, û gardrêl (parêzvan) û hêmeyên hatûçûnê ji wan re hatine danîn. Heta niha me kariye:

Bi dirêjahiya 185 km cadeyên navxweyî yên nav Zaxo qîr bikin.
Berî ku Zaxo bibe îdareyeke serbixwe, %65ê cadeyên navxweyî yên navbajarî nehatibûn qîrkirin. Niha ev rêje daketiye û tenê %15ê cadeyan mane ku em wan qîr bikin.
Me kariye bi dirêjahiya 285 km rêya sereke di navbera bajarê Zaxo û qeza, nahiye û gundan de çêbikin, an jî me ew nûjen kirine. Bi giştî, me 470 km rêyên sereke û cadeyên navxweyî çêkirine.
Bi qasî 15 hezar metrekare boyaxkirina xêzan ji bo derbasbûna peyayan li ser cadeyan û 494 hezar metre boyaxkirina xêzan ji bo cadeyan hatiye kirin.
Me 12,100 kelûpelên hatûçûnê yên endezyarî dabîn kirine.
Li ser rêyên sereke ji bo selametiya welatiyan, me 9,045 hêmeyên hatûçûnê danîne.
Ji bo pêşxistina zêdetir a şêwaza xebata sektora rê û bûban û bilindkirina asta endezyaran, li Îdareya Serbixwe ya Zaxo ev gav hatine avêtin:

Heta niha ji aliyê Rêveberiya Çakkirin û Parastina Rê û Piran a Îdareya Serbixwe ya Zaxo ve, heşt xulên rahênanê yên endezyarî di warê rê û bûban de di warên taybetmendî û dîzaynê de ji bo endezyaran hatine vekirin.
Kompanyayên peymandar ên projeyên rê û bûban li gorî programa kompanyaya "baş û xirab" hatine nirxandin. Ev cara yekem e li ser asta Herêma Kurdistanê programa polînkirina (dabeşkirina) kompanyayan li Îdareya Serbixwe ya Zaxo tê cîbicîkirin.
Projeyên mezin û stratejîk, dema ku ji aliyê kompanyayan ve tên texmînkirin û dîzaynkirin, paşê ji aliyê kompanyayeke şêwirmendiya endezyariyê ve têne lêkolînkirin, û piştre ji aliyê Îdareya Serbixwe ya Zaxo ve têne pesendkirin.
Bi mebesta lêkolînkirina projeyên mezin û stratejîk û guherandina agahiyan, Îdareya Serbixwe ya Zaxo çendîn memorandumên têgihiştinê ligel Zanîngeha Zaxo û kompanyayên şêwirmendiya endezyariyê îmze kirine.
Rêveberiya Hatûçûna Zaxo hêmeyên hatûçûnê û rênimayên taybet bi projeyên rê û bûban bi şêweyekî modern dîzayn dike û piştî temambûna projeyê, hême û rênimayên hatûçûnê ji bo selametiya welatiyan li ser rê tên danîn.
Li Dîwana Îdareya Serbixwe ya Zaxo, komîteyek ji bo birêkûpêkkirina hatûçûnê heye ku ji "Rêveberiya Hatûçûnê, Serokatiya Şaredariyê, Rêveberiya Nexşesaziya Avadaniyê û hwd." pêk tê.
Îdareya Serbixwe ya Zaxo bi berdewamî hewl daye ku hêmeyên hatûçûnê çak bike û paqij bike, û herwiha nexşekariya cadeyan jî bi berdewamî boyax bike.
Ji aliyekî din ve, ji bo rêgirtina li qerebalix û giraniya cadeyan û rêyên sereke yên derve, me hewl daye ku trafîk laytan (îşaretên trafîkê) nehêlin û li şûna wan çendîn over-pass (pirên serborî) û under-pass (binborî) hatine çêkirin. Hin cihên me kirine "U-Turn" (vegera U) da ku xizmeta wî armancî bike û giraniya cadeyan û rêyan kêm bibe. Cadeyên nav Zaxo berê teng bûn, me hewl da cadeyan fireh bikin, da ku em bikaribin trafîk laytan rakin û li şûna wan bazneyên (rondel) çêbikin.

Li Îdareya Serbixwe ya Zaxo, çend rêyên sereke hene ku em dikarin bibêjin ew rê xizmeta hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê dikin. Yek ji wan rêya sereke ya Îbrahîm Xelîl e. Herwiha, rêyeke din a sereke dest pê kiriye, lê mixabin demekê rawestiya bû. Lê di heman gotûbêjê de, Rêveberê Rê û Bûban yê Duhokê amaje pê kir ku dê dîsa dest bi karê wê projeya girîng bê kirin. Ev rê ji Îbrahîm Xelîl diçe Fêşxabûrê û ji wir jî digihîje rêyeke navdewletî û vedigere Duhokê. Herwiha, Tûnela Zaxo ku yek ji tûnelên herî xweşik ên Kurdistanê ye, bi şêwazekî pir modern û li ser standarda navdewletî hatiye çêkirin, ji bo rêyeke girîng a navdewletî ber bi Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl ve. Li ber vê tûnelê cadeyeke du-alî ya pir xweşik hatiye çêkirin û li ser standarda rê û bûban a navdewletî ye, lê ji ber ku dikeve nav sînorê Şaredariya Zaxo, wek cadeyeke navxweyî girava navendî bi keskatiyê hatiye xemilandin, dar tê de hatine çandin û amûrên ronahiyê jê re hatine dabînkirin.

Devera Zaxo, ji bilî ku devereke sînorî ye, di heman demê de herêmeke geştyarî ya pir xweşik û girîng e. Ji ber vê yekê, çiqas rê û bûbanên me baş û standard bin, ewqas zêdetir sektora geşt û guzarê pêş dikeve û dibe çavkaniyeke din a dahatê ji bo Îdareya Serbixwe ya Zaxo û dabînkirina bi sed û hezaran derfetên kar ji bo welatiyan. Ji ber vê yekê, ji vî alî ve rê û bûban gelek girîng in.

Bêguman, li Îdareya Serbixwe ya Zaxo, plan û bernameyên me ji bo projeyên zêdetir di hemû sektorên xizmetguzariyê de hene. Lê ji ber ku ev gotûbêj taybet e bi pêşxistina projeyên rê û bûban, ez ê tenê amaje bi wan projeyan bikim ku ji bo paşerojê di bername û plana Îdareya Serbixwe ya Zaxo de ne:

Me plan daniye ku çendîn Fly-U-Turn (vegera U ya firînî) û under-pass (binborî) li ser rêya sereke ya Deriyê Sînorî yê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl çêbikin.
Em ê rêyeke du-alî di navbera qezaya navendî ya Îdareya Serbixwe ya Zaxo û qezaya Batîfa de çêbikin, ku dirêjahiya vê rêyê 17 kîlometre ye. Ev rê, ji bilî ku qezaya Batîfa bi Îdareya Serbixwe ya Zaxo ve girê dide, di heman demê de dibe rêyeke girîng ji bo bazirganî, çandinî û geştyariyê.
Cadeya 60 metrî ya bazneyî ya Zaxo, ku dirêjahiya wê 58 kîlometre ye, di qonaxa yekem de ku 11 kîlometre ye, dîzayna wê temam bûye. Ev cade yek ji projeyên stratejîk ên mezin e û bi temambûna wê re, dê bibe sedem ku derdora wê cadeya bazneyî ya stratejîk bibe projeyên weberhênanê. Ev jî dibe sedema geşbûna bazirganiya wê deverê.
Razîbûn li ser nûkirina hêmeyên û rênimayên hatûçûnê yên rêya sereke ya di navbera Duhok û Zaxo de hatiye dayîn û biryar e ku di demeke nêzîk de bikeve warê cîbicîkirinê.
Rêveberiya Nexşesaziya Avadaniyê, bi hemahengiya ligel Rêveberiya Veguhestinê, rapirsiyek derbarê danîna sîstema veguhestina giştî li Îdareya Serbixwe ya Zaxo pêk aniye. Niha li ser encamên rapirsiyê lêkolîn tê kirin.

Gulan

Top