• Sunday, 08 February 2026
logo

Endezyar Yûsif Bazyanî, Serokê Rêxistina Rewşenbîrî ji bo Selametiya Rê û Banên Kurdistanê: Salane nêzîkî hezar kes li Herêma Kurdistanê ji ber bûyerên hatûçûnê jiyana xwe ji dest didin.

Endezyar Yûsif Bazyanî, Serokê Rêxistina Rewşenbîrî ji bo Selametiya Rê û Banên Kurdistanê: Salane nêzîkî hezar kes li Herêma Kurdistanê ji ber bûyerên hatûçûnê jiyana xwe ji dest didin.

Endezyar Yûsif Bazyanî, Serokê Rêxistina Rewşenbîrî ji bo Selametiya Rê û Banên Kurdistanê: Salane nêzîkî hezar kes li Herêma Kurdistanê ji ber bûyerên hatûçûnê jiyana xwe ji dest didin.

 

Rê û ban, roleke serekî û girîng di girêdana bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê bi hev re heye. Dikarin bibêjim ku niha rê û banên Herêma Kurdistanê û girêdana bajar û bajarokan bi hev re li gorî salên borî cudahiyeke berçav heye, bi taybetî di kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de ku giringî û qîmeteke mezin pê hatiye dayîn, bi kişandina rêyên nû û bi girêdana bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê bi hev re. Ligel vê yekê, hejmara otomobîlan her ku diçe zêde dibe, û ligel wê jî bûyerên hatûçûnê jî zêde bûne. Ji ber vê yekê, daxwazên me ji bo baştirkirina rê û banan jî zêde bûne. Pêwîst e em jî bi berdewamî li ser nûjenkirina dîzayn û kalîteya rê û banan berdewam bin, da ku di sektora rê û banan de ji guhertin û pêşketinên serdemê qut nebin û her dem di nûbûnê de bin. Ango, em daxwaz û daxwazkariyên zêdetir li ser başkirina rê û banan dikin, bi taybetî ku li Herêma Kurdistanê tenê rêyên me yên bejayî hene, ango rêyên me yên avî nînin. Rêyên me yên bejayî jî divê di rêza pêşîn a kar û bernameyên me de bin, ji ber ku niha bajar û bajarok bi hev ve hatine girêdan. Di heman demê de, li hin bajaran rê û banên me bi şahdamarên rêyên navdewletî ve tên girêdan. Mînak, niha rêya Dihok - Hewlêr, rêya Dihokê bi Tirkiyeyê ve hatiye girêdan û ev dibin rêyeke navdewletî, yan jî rêya navbera Hewlêr û Hacî Omranê bi bajar û bajarokên Îranê ve hatiye girêdan, yan jî vir û Silêmanî û bajarên din ên Îranê. Ango, çiqas giringî bi rê û banan were dayîn, ewqas bandora xwe li ser pêşketina herêma me dike, ji ber ku eger rê û banên me yên baş hebin, bêguman bûyerên hatûçûnê jî ber bi kêmbûnê ve diçin.

Mixabin, bûyerên hatûçûnê li Herêma Kurdistanê, li gorî amaran, ti salekê cihê dilxweşiyê nebûye; ku em bibêjin îsal rêjeya bûyerên me yên hatûçûnê ji par kêmtir bûye. Ji ber ku sal bi sal bûyerên hatûçûnê li Herêma Kurdistanê zêde bûne. Em salane nêzîkî hezar kes li Herêma Kurdistanê ji ber bûyerên hatûçûnê jiyana xwe ji dest didin. Bêguman, sedema vê yekê ji bo komek pirsgirêkan vedigere, ku rêxweşker in ji bo çêbûna bûyerên hatûçûnê. Dibe ku yek ji sedeman, rê û banên xirab bin. Eger di plana hikûmeta Herêma Kurdistanê de di kabîneya dahatû de zêdetir giringî pê were dayîn û, bajar û bajarok zêdetir bi hev ve werin girêdan û bi taybetî jî rêyên gundan bi rastî werin çêkirin, yan jî rêyên navbera bajarokan bi rêyên du-sayd werin çêkirin û bi rêyên sereke ve werin girêdan û giringiyeke zêdetir pê were dayîn, dikarim bibêjim dibe ku rêjeyeke mezin ji rêjeya bûyeran û rêjeya serhildanan û rêjeya mirinê jî di sala dahatû de di hatûçûnê de kêm bike.

Ji aliyekî din ve, eger hîmayên hatûçûnê li ser rê û banan giringiyeke zêdetir pê were dayîn, ev jî dê rola xwe di kêmkirina bûyerên hatûçûnê de hebe, ji ber ku ev hîma rêberên şofêran in, û sedem in ji bo kêmkirina serhildan û bûyerên hatûçûnê. Bi rastî, dema ku tu diçî derveyî welat û rê û banên wan welatan dibînî, ew hîmayên ku hatine danîn, hîmayên navdewletî ne û ew hîma îşaretê didin te ku tu çi bikî û çi nekî. Lê mixabin li Herêma Kurdistanê, dibe ku giringiyeke zêde bi hîmayan nehatibe dayîn û eger hîma jî hatibin danîn, dibe ku şofêr zêdetir pê ve pabend nebin. Ez dikarim bibêjim tenê di van salên dawî de nêzîkî 15 hezar hîma li beşên bajar û bajarokên Kurdistanê hatine danîn. Lê çiqas giringiyeke zêdetir bi hîmayên hatûçûnê were dayîn, ewqas dibe rêber ji bo şofêran û dema ku şofêr agahdar bû li ser awayê bikaranîna kolanê, wê demê dikarim bibêjim hem bûyer û hem jî serhildan kêm dibin.

 

Gulan

 

Gulan

Top