• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Meletiyê jinek bi kêrê hat kuştin

Li Meletiyê jinek bi kêrê hat kuştin

 Li navçeya Çermiktiyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê zilamekî hevjîna xwe bi kêrê kuşt.

Li gorî agahiyan, şeva borî li Çermiktiyê di navbera O.Y. û hevjîna wî Eylem Yeşîlkayayê de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

O.Y. piştî nîqaşê bi kêrê li hevjîna xwe da û ew bi giranî birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Eylema 25 salî veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê lê ew ji mirinê nefilitî.

O.Y.yê ku ji cihê bûyerê reviya ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Hat zanîn ku 2 zarokên O.Y. û Eylemê hene û ev demek e pirsgirêkên wan hebûne.

 

Rudaw

Top