Şêwirmendê Xamineyî: Depoya uranyumê saxlem e
Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Îranê, Elî Şemxanî ragihand, tevî êrîşên Amerîkayê jî, depoya uranyuma pîtandî ya Îranê saxlem e û ti ziyan negihîştiye wê. Şemxanî herwiha gefa "surprîzên" nû xwar û got, "lîstik hîn bidawî nebûye."
Şêwirmendê Elî Xamineyî, Elî Şemxanî îro 25ê Hezîranê li ser hejmara xwe ya tora civakî ya 'X' nivîsî: "Eger binkeyên atomî jî werin wêrankirin, lîstik hîn bidawî nebûye."
Şêwirmendê Xamineyî eşkere kir, tevî êrîşên Amerîkayê yên li ser sê binkeyên atomî, depoya uranyuma pîtandî ya Îranê bi parastî maye.
Şemxanî herwiha amaje bi wê yekê kir û got, "Înîsiyatîfa siyasî li cem wî alî ye ku bi zîrekî dilîze û xwe ji lêdanên kor dûr digire. Surprîz berdewam in."
Êrîşa Amerîkayê û daxuyaniya Trump
Firokeyên şer ên Amerîkayê îro danê sibe her sê binkeyên etomî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê yên li Îranê bombebaran kirin.
Piştî êrîşê, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû: "Me êrîşa xwe ya gelekî serkeftî ya li ser sê binkeyên etomî yên Îranê bi dawî kir, ku Fordo, Netenz û Îsfehan bûn."
Trump herwiha gotibû: "Pîrozbahiyê li şervanên me yên mezin ên Amerîkî dikim. Ti artêşeke din li cîhanê tune ye ku bikaribe vê yekê bike. Niha dema aştiyê ye."
K24
