• Sunday, 08 February 2026
logo

Israel Katz: Bahozek ji bo Tehranê bi rê ve ye

Israel Katz: Bahozek ji bo Tehranê bi rê ve ye

Wezîrê Bergiriyê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku, bahozek ji bo Tehrana paytexta Îranê bi rê ve ye.

Wezîrê Bergiriyê yê Îsraîlê Israel Katz di postekî de li ser malpera civakî ya Xê gefên tund kirine û nivîsiye, "Bahozek ji bo Tehranê bi rê ve ye û cih û dezgehên bilind ên desthilatdariyê tên bombebarankirin.”

Israel Katz herwesa "gefên berfirehkirina êrîşên asmanî yên artêşa xwe kirine û behsa guhertina desthilatdariyê jî kiriye."

Li gorî rojnameya “Times of Israel”ê jî, êrîş li ser dezgehên sereke yên hikûmeta Îranê, leşkerî û atomî berdewam in.

Şerê asmanî yê di navbera Îsraîl û Îranê de ji bo roja şeşê li pey hev berdewam dike û her du welat êrîşên nû yên mûşekî li dijî hev dikin, tevî banga Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo teslîmbûna bê şert û merc a Îranê.

Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

Îranê jî ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand.

 

K24

Top