• Sunday, 08 February 2026
logo

Termê Eyşe Şanê piştî 29 salan bo Diyarbekirê hate vegerandin

Termê Eyşe Şanê piştî 29 salan bo Diyarbekirê hate vegerandin

 Termê hunermenda navdar a Kurd Eyşe Şan, piştî 29 salan ji koça wê ya dawî, li gor wesiyeta wê ji bajarê Îzmîrê bo Diyarbekirê, cihê jidayikbûnê wê, hate veguhestin.

Eyşe Şan, ku yek ji dengên efsanewî yên muzîka Kurdî ye, beriya mirina xwe wesiyet kiribû ku li Diyarbekirê, li cem gora dayika xwe, were veşartin. Lê belê, dema ku di sala 1996an de li Îzmîrê koça dawiyê kir, ji ber şert û mercên wê demê, li heman bajarî hatibû veşartin. Piştî 29 salan, ev daxwaza wê ya dawî di merasîmeke bi heybet de, ku hezkiriyên wê û rayedar amade bûn, pêk hat.

Kurê Eyşe Şanê, Murad Kerse di merasîmê de bi hestyarî axivî û got: "Min daxwaza dayika xwe pêk anî. Pêwîst bû ev yek zûtir bihata kirin, lê ji ber hin sedeman nehatibû kirin. Êdî dayika min emanetê gelê Kurd û xelkê Diyarbekirê ye." 

Murad Kerse herwiha da zanîn, ew ê di pêşerojê de goreke hêja ku layiqî navê wê be ava bikin, da ku xelk bikaribe serdanê bike û her sal bîranîna wê were vejandin.

Berpirsa Rêveberiya Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeyneb Yaş û beşdarên merasîmê jî kêfxweşiya xwe anîn ziman ku wesiyeta Eyşe Şanê di dawiyê de pêk hatiye.

Jînenîgariya Eyşe Şanê

Eyşe Şan di sala 1938an de li Diyarbekirê ji dayik bûbû. Ew di 18ê Berçileya 1996an de ji ber nexweşiya şêrpencê li Îzmîrê koça dawî kiribû.

Strana wê ya yekem a bi navê "Ez Xezal im" di sala 1963an de derket. Ji ber ku bi Kurdî stran digot, rastî gelek fişaran hat û berê xwe da Almanyayê. Di sala 1979an de çû Bexdayê û di Radyoya Dengê Bexdayê de, bi dengê xwe gelek stranên Kurdî tomar kirin. Bi dengê xwe yê efsûnî, Eyşe Şan di bîr û hişê her Kurdekî de cihekî kûr û mayînde ava kir û hunera wê heta îro jî zindî ye.

 
 

 

K24

Top