• Sunday, 08 February 2026
logo

Îranê piştrast kir ku Mihemed Kazimî hatiye kuştin

Îranê piştrast kir ku Mihemed Kazimî hatiye kuştin

Medyaya fermî ya Îranê jî piştrast kir ku Berpirsê Îstixbaratê yê Supaya Pasdaran a Îranê Mihemed Kazimî hatiye kuştin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gotibû, "Me Berpirsê Îstixbaratê yê Supaya Pasdaran Mihemed Kazimî û alîkarê wî kuştin."

Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku li gel Mihemed Kazimî, generalên bi navên Husên Muheqeq û Muhsin Baqirî jî hatine kuştin.

Netanyahu ev agahî dabû Quds Newsê û dabû zanîn ku Kazimî li Tehranê hatiye kuştin.

Şerê Îran û Îsraîlê ji berbanga roja înê ve berdewam dike û Îran bi taybetî fermandar û zanayên atomî yên Îranê dike armanca êrişên xwe.

Her du alî îro jî êrişî hev dikin û gefan li hev dixwin.

 

Rudaw

Top