• Sunday, 08 February 2026
logo

Şêrwan Dûberdanî: Ji ber ku Serokatiya Parlamentoya Iraqê berevaniya mûçexwarên Kurdistanê kiriye, berbûne canê wî

Şêrwan Dûberdanî: Ji ber ku Serokatiya Parlamentoya Iraqê berevaniya mûçexwarên Kurdistanê kiriye, berbûne canê wî

Endamekî Parlamentoya Iraqê aşkera dike ku desthilatdarên Bexdayê li vê dawiyê, ji Serokatiya Parlamentoya Iraqê aciz û nîgeranin, ji ber ku berevanî li mûçexwarên Herêma Kurdistanê kiriye.

Piştî biryara Wezareta Darayî ya Iraqê ya ji bo rawestandina mûçeyên mûçexwarên Herêma Kurdistanê, Serokatiya Parlamentoya Iraqê daxuyaniyeke derxist û ew biryar bi ne rewayî wesif kir.

Di vê derbarê de endamê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Dûberdanî, ji BasNewsê re ragehand: “Hefteya bê, Dadgeha Federal a Iraqê dê di derbarê çarenivîsa mûçeyên mûçexwarên Herêma Kurdistanê de biryar bide.”

Herwaha ragehandiye ku tê payîn ku Dadgeha Federalî biryar bide ku şandina mûçe berdewam be, ji ber ku berê jî di vê derbarê de biryar daye.

Dûberdanî aşkera dike: “Hêzên desthilatdar ên Iraqê naxwazin ku civîna Parlamentoya Iraqê di vê demê de bê kirin, ji bo ku behsa mûçe neyê kirin. Heta niha hêzên desthilatdarên Iraqê ketine behane girtinê û berbûne canê Serokê Parlamento û cîgirê wê, ji ber ku piştevaniya xelkê Kurdistanê kiriye, ji wan nîgeranin û ji wan acizin.”

 

Basnews

Top