“Li Kurdistanê rêyên nû tên çêkirin, yên li Iraqê jî ji 40 sal berê ne”
Qerebalixa çûnûhatinê û rewşa xirab a rêyan li Bexdayê bûye pirsgirêkeke mezin û welatî ji çareseriyê bêhêvî bûne. Tevî budceyên mezin, li paytexta Iraqê rêyên nû nayên çêkirin. Lê belê, li Herêma Kurdistanê tevî birîna budceyê jî, di warê binesaziya rê û banan de cudahiyeke berçav di navbera Herêm û Iraqê de heye.
Li Bexdayê ajokar bêzar in: Rêyên 40 salî û dahateke kêm
Mam Rehîm Ebûdî yê 60 salî, ev 40 sal in li Bexdayê ajokariya taksiyê dike û bi malbata xwe ya ji heft kesan pêk tê, di kirê de dijî. Ew dibêje ku ser û riha wî di nav kolan û cadeyên Bexdayê de ji bo peydakirina pariyek nan spî bûye. Xirabiya rêyan û qerebalixiya zêde bandoreke neyînî li ser dahata wî ya rojane kiriye, ku bi zorê digihîje 15 hezar dînaran.
Rehîm Ebûdî dibêje: "Rê teng û xirab in. Niha hinek pirên ku tên çêkirin jî qerebalixiyê kêm nakin, ji ber ku salane bi hezaran otomobîl tên hawirdekirin û rê li ber vê qerebalixiyê nagirin. Ji ber trafîkê, min beriya cejnê gêra otomobîla xwe guhert, niha dîsa xira bûye û divê ez careke din biguherim, ku ev jî mesrefeke zêde ye."
Piraniya rêyên paytexta Iraqê heman rêyên 40 sal berê ne. Ev di demekê de ye ku li gorî amarên Wezareta Plansaziyê, Bexda tenê dikare 300 hezar otomobîlan li xwe bigire, lê niha zêdetirî 3 milyon otomobîlên tomarkirî li ser rêyên wê diçin û tên. Tê pêşbînîkirin ku heta dawiya sala 2026an ev hejmar bigihîje nêzîkî 5 milyon otomobîlan.
Li Kurdistanê rewş cuda ye: Avadanî li gel birîna budceyê jî berdewam e
Tevî ku hikûmeta Iraqê budce û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê birîne jî, karwanê avadaniyê li Kurdistanê nesekiniye. Plan û projeyên stratejîk ên ji bo çêkirina rêyên nû, nûjenkirin û firehkirina rêyên kevin bi awayekî serdemî berdewam in.
Hewraz Hacî Star, ku zêdetirî 10 salan e ajokariya taksiyê dike, rewşa Hewlêrê bi tevahî cuda dibîne. Ew dibêje: "Rê û banên Hewlêr û bajarên din ên Herêma Kurdistanê nû ne û bi kalîteya herî baş hatine çêkirin. Vê yekê gelek asanî ji bo xwediyên taksiyan çêkiriye. Bo nimûne, eger ez rojane ji demjimêr 08:00ê sibehê heta 04:00ê êvarê ji bo karê taksiyê derkevim, ez zêdetirî 50 hezar dînaran qezenc dikim."
Li gorî amarên Wezareta Avadankirinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di pênc salên borî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 115 projeyên mezin, dusayd û stratejîk ên rê û banan bi dirêjahiya 1600 kîlometreyan û bi bihayê trîlyonek dînaran cîbicî kirine. Ev hejmar ji bilî bi sedan projeyên din ên weke çêkirin û qîrkirina kolanan e.
K24
