Çekdarekî Heşdî Şeibî li Kerkûkê zarokek kuşt
Li parêzgeha Kerkûkê, zarokekî 11 salî bi sedemeke nediyar ji aliyê çekdarekî Heşdî Şeibî ve hat kuştin.
Li parêzgeha Kerkûkê, îro 10.06.2025 zarokekî 11 salî bi navê Muhened Heyder bi sedemeke nediyar ji aliyê çekdarekî Heşdî Şeibî ve hat kuştin.
Bavê Muhened ji medyaya navxweyî ya Iraqê re got, "Kurê min 11 salî ye, li gundê Brîcê, li nêzîkî xala kontrolê ya Fetheyê li başûrê rojavayê Kerkûkê, ji aliyê çekdarekê Heşdî Şeibî ve hat birîndarkirin."
Navbirî eşkere jî kir, "Kurê min li nêzîkî xala kontrolê bi çar hevalên xwe re dilîst, dema ku ji aliyê çekdarekî Heşda Şebî ve hat gulebarankirin û birîndarkirin. Paşî ew ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin lê li wê derê mir."
Bavê Muhened amaje jî da, “Termê wî ji bo pizişkiya dad hatiye veguhastin, ji bo ku rêkarên qanûnî bên bicihanîn.”
Li gorî çavkaniyeke ewlehiyê, hêzên ewlehiyê rûpelên lêpirsînê li ser wê bûyerê û sedema wê vekirine. Herwesa ew çekdarê Heşda Şebî jî hatiye girtin, ku xelkê devera Şulyê ya Bexdayê ye.
Basnews
