• Sunday, 08 February 2026
logo

Kêmbûna ava çemên Dîcle û Firatê jiyana 20 milyon Iraqiyan xistiye metirsiyê

Kêmbûna ava çemên Dîcle û Firatê jiyana 20 milyon Iraqiyan xistiye metirsiyê

 Iraq çend sal in bi kêmbûna avê re rû bi rû ye, ku ji ber kêmbûna asta ava çemên Dîcle û Firatê her ku diçe dijwartir dibe. Vê derbarê de malpera Bexdad El-Yewm ragihand ku beşek ji krîzê ji ber faktorên xwezayî yên wekî guherîna avhewayê û kêmbûna baranê, û her weha ji ber sedemên siyasî û ji ber welatên cîran, nemaze Tirkiyê ye, ku bi ava Dîcle û Firatê lîstikên siyasî li dijî Iraqê dilîze.

Krîza avê li Iraqê wisa kiriye ku Lijneya Çandinî û Avdanê ya Parlamentoya Iraqê zenga metirsiyê lêbide û bi zimanê yek ji endamên wê lijneyê hat ragehandin: "Kêmbûna çavkaniyên avê jiyana zêdetirî 20 milyon kesan dixe metirsiyê."

Endamê lijneya çandinî û avdaniyê Sair Cibûrî  ji Bexdat El-Yewm re got, "Bi saya siyaseta berdewam a Tirkiyê ya neberdana avê, welatê me bi rastî di krîzek kêmbûna avê de ye ku ewlehiya mirovan û jîngehê tehdît dike."

Herwaha got: "Ev xemsariya ji aliyê Enqerê ve binpêkirineke eşkera ye li hember Bexdayê, ku dê di çar aliyan de encamên neyînî hebin, ya herî girîng: bandora rasterast li ser nifûsa gundan, îhtîmala koçberiya civakî heye û her weha têkbirina her planekî ya çandiniyê di paşerojê de bandor dike û zêdebûna xizaniyê li wan navçeyan dê li gel xwe bîne.’’

Navborî got: "Gef ne tenê herêmeke taybetî tehdît dike, lê tevahiya parêzgehên li xwe digre ku ji 20 mîlyonî zêdetir mirov lê dijîn digire nav xwe."

Wî parlamenterî banga xwepêşandaneke aştiyane li ber Balyozxaneya Tirkiyê li Bexdayê kir da ku ji Tirkiyê daxwaza bêtir berdana avê bike.

Wekî beşek ji hewldanên hikûmetê ji bo çareserkirina krîzê, serokwezîrê Iraqê meha borî destpêşxeriyeke herêmî ragihand, ku qaşo armanc ew e ku ava çemên Dîcle û Firatê biparêze da ku berdewamiya wan ji bo nifşên pêşerojê misoger bike, lê ew destpêşxerî rastî hin rexneyan ji aliyê pisporên herêmî ve hat pêşwazîkirin.

Pispor bawer dikin ku destpêşxeriya herêmî ji bo parastina çemên Dîcle û Firatê ji "mijarekî çapemiyê" wêdetir tiştek nîne.

Pisporê jîngehê Adil Muxtar bawer dike ku destpêşxerî "tenê kampanyayeke medyayê ya hilbijartinê ye, ne zêdetir û ne kêmtir e." di heman demê de balê dikişîne ser nebûna hevkariya rastîn di navbera welatên cîran de li ser rêveberiya avê.

Herwaha ji Al Cezîre re got: "Îran hewl dide ku peymanên berê ji nû ve binirxîne û dest bi girtina çeman kiriye, lê Iraqê nekariye tedbîrên dijber bigire û dahata avê ya ji Tirkiyê jî bi berdewamî kêm dibe."

Adil Muxtar diyar kir: "Rêveberiya xirab sedema sereke ya krîza avê ya niha ya Iraqê ye û welatên cîran ji vê rastiyê haydar in û bang li Iraqê dikin ku rewşa xwe baştir bike."

 

Basnews

Top