• Sunday, 08 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî serexweşiyê li malbat û kesûkarên Kerîm Şingalî dike

Nêçîrvan Barzanî serexweşiyê li malbat û kesûkarên Kerîm Şingalî dike

Ji bo wexera dawiyê ya Kerîm Şingalî, Serokê Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe ji bo malbat û kesûkarên wî diyar dike û Amajeyê dide, “Kerîm Şingalî jiyekî dirêj bi xebat û Pêşmergetiyê derbas kir û bi dilsozî ji bo doza gel û welatê xwe xebitî.”

Tekista peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Ji bo wexera dawiyê ya Kerîm Şingalî, têkoşer û serkirdeyê navdar ê Partiya Demokrat a Kurdistanê û Wezîrê Navxwe yê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ez ji dil serexweşiyê li malbat û kesûkar û heval û hevsengerên wî dikim. Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku canê wî bi rehm û dilovaniya xwe şa bike û sebir û hedarê bide hemiyan.

Xudêjêrazî Kerîm Şingalî wek perwerandiyê malbateke welatparêz jiyekî dirêj bi tekoşîn, pêşmergetî û xebata dilsozane ji bo doza gel û welatê xwe derbas kir û gelek westiyan û zehmet di rojên giran ên şoreşê û berhingarbûnê de dîtin. Piştî serhildanê jî, ew berdewam û bê navber li ser erkê xwe bû.

Ezmûna min a şexsî û nêzîk bi Xudêjêrazî Kerîm Şingalî re û gelek salên karkirina bi hev re şahidiyê dide ku, ew her tim bi pakijî, wefadarî û riheke bilind a berpirsiyariyê dixebitî û dixwest bi awayê herî baş xizmeta gel û welatê xwe bike.

Canê wî şa û bîranîna wî her tim bixêr be.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

Top