Trump: Baweriya min bi peymana bi Îranê re kêm bûye
Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê de ku roja Çarşemê hate weşandin de got ku wî baweriya xwe winda kiriye ku Îran dê qebûl bike di bin peymana nukleerî ya bi Dewletên Yekbûyî re de dev ji dewlemendkirina uranyûmê berde.
Dema ku di podkasta Pod Force One de ji Trump hat pirsîn gelo ew difikire ku ew dikare Îranê razî bike ku dev ji bernameya xwe ya atomî berde, wî got: "Nizanim. Berê ez wisa difikirîm, lê ez baweriya xwe winda dikim.
Axios duh 10.06.2025ê ragihand ku Trump ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re gotiye ku ew li dijî çalakiya leşkerî ya li dijî Îranê ye ji ber ku ew bawer dike ku peymanek navokî bi Îranê re pêkan e.
Axios got ku Serokê Amerîkayê ev gotin di dema axaftina telefonê ya roja Duşemê de bi Netanyahu re kir.
Lêbelê, Fox Newsê bi zimanê Trump belav kir ku Îran di danûstandinên atomî de "êrîşkartir" bûye.
Trump got, gera din a danûstandinan di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de dê roja Pêncşemê were lidarxistin, di heman demê de rayedarekî payebilind ê Îranî û rayedarekî Amerîkî gotin ku ne pêkan e ku ew wê rojê pêk were.
Roja Pêncşem a borî, Axios bi zimanê rayedarên Îsraîlî yên agahdar ve ragehandibû, Îsraîlê ji Dewletên Yekbûyî re piştrast kiriye ku ew ê êrîşî tesîsên atomî yên Îranê neke heya ku Trump nebêje ku danûstandinên bi Tehranê re têk çûne.
Basnews
