• Sunday, 08 February 2026
logo

Bi amadebûna Serok Barzanî termê Kerîm Şingalî ji Herêma Kurdistanê re hat vegerandin

Bi amadebûna Serok Barzanî termê Kerîm Şingalî ji Herêma Kurdistanê re hat vegerandin

Îro 11.06.2025ê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve termê Kerîm Şingalî ji Herêma Kurdistanê re hat wegerandin.

Berpirs û siyasetmedarê Partiya Demokrata a Kurdistanê (PDK) Kerîm Şingalî duh Sêşemê koça dawî kir.

Kerîm Şingalî rêberekî kevin û Pêşmergeyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), endamê berê yê Buroya Siyasî ya KDP û berî naha jî Wezîrê Navxweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.

Ebdulkerîm Sultan Abdullah, ku wekî Kerîm Şingalî jî tê nasîn, di sala 1950an de li Mûsilê ji dayik bûye. Di sala 1971an de ji Koleja Hiqûq û Siyasetê ya Zanîngeha Bexdayê mezûn bûye. Ji sala 1971an heta 1994an li Bexdayê wekî parêzer xebitiye.

Kerîm Şingalî ji sala 1993an heta 1994an rêveberê giştî yê asayîşa Herêma Kurdistanê bûye û di kabîneya pêncemîn, şeşemîn, heftemîn û heştemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.

 

Basnews

Top