• Sunday, 08 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya Kerîm Şingalî peyameke sersaxiyê belav kir

Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya Kerîm Şingalî peyameke sersaxiyê belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya Wezîrê berê yê Navxwe û serkirdeyê navdar ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kerîm Şingalî, peyameke sersaxiyê belav kir û xemgîniya xwe ya kûr anî ziman.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 10ê Hezîranê di peyama xwe de ragihand: "Kak Kerîm Şingalî di hemû qonaxên têkoşîna gelê Kurdistanê de, Pêşmergeyekî wêrek û bêwestan, têkoşerekî naskirî û kesayetiyeke niştimanperwer bû. Di hemû erk û berpirsiyariyên xwe de, bi dilsozî û jêhatîbûneke mezin karên xwe bicih dianî û kesekî wefadar û cihê baweriyê bû."

Di dawiya peyama xwe de, Serokwezîr Barzanî wiha got: "Em sersaxiyê li malbata wî ya birêz û hemû kesûkar, dost û hevalên wî yên di nav Partiya Demokrat a Kurdistanê de dikin. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê jî bide me hemûyan."

Top