Mesrûr Barzani: Armanca Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku di nav 10 salên bê de bi hevkariya sektora taybet 20 milyon geştiyarên biyanî bikişîne Kurdistanê
Roj sêşemê 10.06.2025, bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma kurdistanê Mesrûr Barzanî, destpêkirina projeya “Visit Kurdistan” hat ragehandin, ku destpêşxeriyeke sektora taybet e ji bo pêşxistina sektora geştiyariyê û kişandina geştiyar bo Herêma Kurdistanê.
Serokê Hikûmetê di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tê de bal kişand ser wê yekê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya planên xwe yên ji bo balkişandina ser hemû sektoran de, girîngiyeke mezin daye sektora geştiyariyê.
Herwaha ragehand ku hatina geştiyarên biyanî bo Herêma Kurdistanê derfeteke baş e ji bo tevlihevkirina çandên cuda û bêtir nasandina Herêma Kurdistanê bi cîhana derve. Di serdema îro ya şoreşa teknolojîk de, ragehandin û medyaya civakî dikare roleke bi bandor û erênî di pêşvebirina Kurdistanê de bilîze.
Naveroka axaftina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Binavê xwedayê mezin û dilovan
Amadebûyên hêja, êvara we baş
Ez kêfxweş im ku îro bi we re beşdarî vê merasîmê dibim, ku ji bo vekirina platforma Visit Kurdistan hatiye veqetandin. Ez dixwazim rêveber û hemî karmendên vê platformê pîroz bikim û serkeftinê ji wan re dixwazim.
Ev platform destpêşxeriyeke din e ji bo bêtir nasandina Kurdistanê bi cîhana derve û kişandina geştiyarên biyanî bo Herêma Kurdistanê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya planên xwe yên ji bo balkişandina ser hemû sektoran de, girîngiyeke mezin daye sektora geştiyariyê. Bê guman, Herêma Kurdistanê di warê geştiyariyê de xwedî cihekî girîng û hêja ye û dikare bibe yek ji çavkaniyên herî girîng ên dahatê û gelek derfetên kar ji bo ciwanên me peyda bike.
Kurdistan xwedî dîmen û xwezayeke xweşik û dilgeşe, ku mirov dikare di ware geştûguzariyê de sûdê ji her çar demsalên wê werbigre. Di warê dîrokî de em xwedî dehan navçe û cîh û çîrokên girîng ên dîrokî û şûnwarin ku geştiyar, bi taybetî geştiyarên biyanî, dikarin serdana wan deran bikin. Mînak çendîn cîh û tirbên kevin û kevnar û pîroz ên Olî yên weke mizgeft û Dêr û perestgehên hemû Olan li Kurdistanê hene, weke navendeke bihevre jiyana Olî û aştiyane ya hemû pêkhateyan. Herwaha li Kurdistanê sedan şûnwar û cîhên me yên geştiyariyê heme ku di asta cîhanî de jî, pir hatine naskirin. Minak Şikefta Şanedar û Qeleha Hewlêrê. Herwaha welatê me, ku wekî Mezopotamya jî tê zanîn, warê bi dehan destanên edebî û dîrokî ye, di nav wan de destana Gilgamêş a serdema Sumerî, Şerê Gogamela û hatina Îskenderê Mezin bo vê herêmê hene.
Hatina geştiyarên biyanî bo Herêma Kurdistanê derfeteke baş e ji bo tevlihevkirina çandên cuda û bêtir nasandina Herêma Kurdistanê bi cîhana derve. Di serdema îro ya şoreşa teknolojîk de, medyaya civakî dikare roleke bi bandor û erênî di pêşvebirina Kurdistanê de bilîze.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê armanc dike ku di nav 10 salên pêş de bi alîkariya sektora taybet 20 milyon geştiyarên biyanî bikişîne welatê me. Visit Kurdistan mînakek hevkariya taybet û giştî ye ji bo teşwîqkirin û kişandina geştiyaran. Ev platform mînakek temamker a xebata hikûmetê ye û planên wê ji bo pêşxistina sektora geştiyariyê û di dawiyê de xurtkirina aboriya Kurdistanê ne.
Amadevanên birêz:
Wekî hûn dizanin, em vê merasîmê di demekî de pêk tînin ku rayedarên hikûmeta federal bi awayekî neheq, neqanûnî û nedestûrî biryar dane ku mûçeyên xelkê Kurdistanê rawestînin. Ev beşek ji siyaseta zextkirina li ser Herêma Kurdistanê ye da ku pêşveçûna wê rawestîne. Me zehmetiyan derbas kirin, ji ber vê yekê em ji xelkê Kurdistanê re piştrast dikin ku em ê di bin tu zextê de tu carî dev ji mafên xwe yên destûrî bernedin.
Me her erkê destûrî yê ku li ser me hebû, gelek zêdetir jî, bi cih anî. Me hêvî dikir ku mafên xelkê Kurdistanê li hember vê yekê bên dayîn, lê mixabin mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û heta peymanên ku wan îmze kirine jî rêz nayê girtin.
Divê berpirsên Bexdayê bizanin ku Iraq welatekî federal e û Herêma Kurdistanê li gorî destûrê hebûneke yasayî û destûrî ye û divê di vê çarçovê de were muamelekirin. Ne bi wê zihniyeta navendî û cezakirina kolektîf a gelê Kurd ku di sedsala borî de, rejîmên li pey hev li Bexdayê desthilatdar bûn, bi agir û hesin û bi karanîna hemû çekan, bi maf û daxwazên gelê Kurd re rû bi rû man. Ji ber vê yekê, ez hêvî dikim ku rayedarên Bexdayê dev ji vê siyaseta xerab a birçîkirina gelê Kurd û binpêkirina mafên rewa yên gelê Kurd berdin ji ber ku ti sûd û encamek wê tune ye.
Em ê hewlên xwe yên ji bo çareserkirina vê krîzê bidomînin. Em hêvî dikin ku di demek nêzîk de bigihîjin encamek ku di berjewendiya hemû aliyan de be.
Careke din, ez vekirina vê platforma girîng li we pîroz dikim û hemû rêveber û karmendên vê înîsiyatîfê pîroz dikim û hêvî dikim ku welatê me her tim di pêşketineke zêdetir de be.
Gele gelek spas.
Basnews\
