Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî Foruma Aborî ya Holendayê bû
Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî Foruma Aborî ya li Lahey a Holandayê bû û nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekitiya Ewrupayê ragehand: ‘’Herêma Kurdistanê dahatên xwe kiriye pircureyî.’’
Îro 10.06.2025ê Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî Foruma Aborî ya Lahey li Holandayê bû. Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrupayê Dilawer Ajgeyî got, "Têkiliyên Herêma Kurdistanê bi welatên din re zêde bûne û Herêma Kurdistanê dahatên xwe cûrbecûr kirine."
Duh 09.06.2025ê li bajarê Lahey a Holandayê bi beşdariya 25 welatên cîhanê Forma Aboî ya Laheyê dest bi karên xwe kir. Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar e ku derfetên veberhênanê li Herêma Kurdistanê pêşkêşî şîrketên navneteweyî, bi taybetî di warên pîşesazî û çandiniyê de, bike.
Derbarê formê de, Serokê Desteya Veberhênan a Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Şukrî di wê forma aborî de got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê û 20 şîrket ji Parêzgehên Herêma Kurdistanê beşdarî Konferansa Lahey bûne, ku dê hevdîtinên bi şîrketên navneteweyî re jî hebin."
Herwaha ragehand: "Konferansa du rojî dê di navbera Herêma Kurdistanê û Holandayê de were lidarxistin da ku têkiliyên aborî di navbera Herêma Kurdistanê û Holandayê de pêş bikevin."
Basnews
