• Sunday, 08 February 2026
logo

Bextiyar Talabanî: Ji ber qaçaxçîtiya petrolê, Amerîka dê biryarekî li dijî Qeys Xezelî derbixe

Bextiyar Talabanî: Ji ber qaçaxçîtiya petrolê, Amerîka dê biryarekî li dijî Qeys Xezelî derbixe

Çalakvanekî siyasî eşkere kir ku fermandarê milîsên Esayîb Ehl el-Heq û yek ji kesên ku di lîsteya terorê ya Amerîkayê de Qeys Xezelî, ji ber talankirina petrolê ji dest wî derdikeve ji ber wê birîndar bûye û êrîşî Herêma Kurdistanê dike.

Çalakvanê siyasî Bextiyar Talabanî li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir ku du pirsgirêk hene rasterast zirarê didin Xezelî û efendiyê wî. Pirsgirêka yekem ew e ku firotina petrola Iraqê ji bin destê milîsan û milîsên Xezelî pêşengiya wan dike tê derxistin ku ew milîsane petrola Îranê jî bi navê Iraqê difroşin û ji benderên Besrayê ve û bi rêyaMustafa Haşim Bahadlî, ku endamê milîsên Esayîb Ehl el-Heq e û veberhênerê Kurd ê bi navê S. ku wekî Hacî Eyan DS jî tê nasîn, xwediyê Şirketa Veguhastin û Bazirganiya Petrolê ya Iraqê (ISOT) ye û xwediyê 10 keştiyên  mezin û 1000 tankerên petrolê ye.’’

Herwaha got: "Ev yek ji derbeyên ku li Xezalî ketiye yek ji wan e."

Talebanî diyar kir: "Mijara duyemîn peymanên derxistina gazê ji zeviyên Mîran, Topxane û Kurdemîr in... Ev ji bilî betalkirina her du kartên MasterCard û QiCard a Iraqî ye ku milîs rojane bi rêya wan kartan ve deh hezaran dolaran spî dikin û pişka şêr a wan kartane jî li gel milîsên Xezelî ye.

Wî çalakvanê siyasî got: "Lêkolînerê Amerîkî Michael Knights lêkolînek berfireh bi hejmar, daneyan û demjimêran pêşkêşî rêveberiya Amerîkî kir. Van rojan, biryara derxistina petrola Iraqê ji destên milîsan ji bo bê derxistin ketiye rojeva rêveberiya Trump. Ev mijar gelek giringe, lê derbeyekî mezin li Xezelî ketiye û ji ber wê jî har bûye û çep û rast êrîşî Herêma Kurdistanê dike û axaftina xwe ya cejnê jî ji bo heman mijarê veqetandibû."

 

Basnews

Top