Parlamenterekî YNKê: Hikûmeta Iraqê bi qasî mûçeyê mehek û nîv ên mûçexwarên Kurdistanî li hember kompanyayeke Misrî winda kir
Endamekî fraksiyona YNKê li parlamentoya Iraqê aşkera kir ku Hikûmeta Iraqê nêzîkî milyarek dolar li hember kompanyekeke Misrî winda kirine ku dike pareyê mehek û nîv a mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê.
Karwan Yarweys, endamê fraksiyona YNKê li parlamentoya Iraqê di kanala Hizba xwe de ragehandiye: “Sala borî, xeta esmanî ya Iraqê ku kompanyayeke hikûmiye, bi qasî 927 mîlyon dolar li Dadgeheke Qahîrê winda kiriye ku nêzîkî yek mîlyar dolare.”
Herwaha dibêje: “Xeta esmanî ya Iraqê ku peymamek li gel kompanyayeke Misrî de hebûye, di nav wê peymanê de ev merc hebûne ku eger kesek pêbend nebe dikare biçe dadgeha hikûmî.”
Herwaha aşkera kiriye: “Kompanyaya Misriye, dadgeha Tehkîmî jî li Misrê ye, rêvebir û parêzekên xeta esmanî ya Iraqê jî her Misrîne dosya firotine.”
Herwaha dibêje, “Hikûmeta Iraqê 400 hezar dolar bo parêzeran xerc kiriye.”
Basnews
