• Sunday, 08 February 2026
logo

Di kemînekî de 10 zêrewanên sînor ên Îranê hatin kuştin

Di kemînekî de 10 zêrewanên sînor ên Îranê hatin kuştin

Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya Îranê, di encama kemîneke çekdarî de 10 zêrewanên sînor ên Îranê hatin kuştin. Heta niha ti aliyekî berpirsiyariya êrîşê li xwe negirtiye.

Ajansa fermî ya “Tesnîm” a Îranê îro 10ê Hezîrana 2025an ragihand, bûyer roja 7ê Hezîranê, li nêzîkî bajarokê Teftanê qewimiye.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Polîsê Îranê ku ajansê belav kiriye, welatiyên bajarokê Teftanê agahî dane hêzên ewlehiyê ku hejmarek çekdar li nêzîkî bajarok in. Li ser vê agahiyê, du tîmên pasewanên sînor ji bo şopandina çekdaran hatine şandin, lê di dema vegerê de ketine kemîna çekdaran û di encamê de her 10 zêrewanan jiyana xwe ji dest dane.

Hatiye ragihandin, piştî şer û pevçûnê, koma çekdar ji herêmê reviyaye. Derbarê kuştî û birîndarên koma êrîşkar de ti agahî nehatine bidestxistin.

Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, koma çekdar a bi navê (Artêşa Dadê) weke rêxistineke çekdar a mixalifê Îranê çalak e û bi berdewamî li deverên sînorî êrîşan dibe ser hêzên Komara Îslamî ya Îranê.

Cara dawî, çekdarên Artêşa Dadê di dawiya meha Sibata îsal de êrîşî avahiyeke niştecîbûnê ya li bajarê Çabeharê kiribûn. Piştî ku karmendên navendê derxistibûn, avahî teqandibûn û ev êrîş weke bersivekê li hember hilweşandina malên welatiyên Belûç ji aliyê hikûmetê ve ragihandibûn.

 

Basnews

Top