Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nameyeke sersaxiyê belav kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyek sersaxiyê ji bo lêkolîner Dr. Adil Baxewan şand.
Ev naveroka nameya serokê Hikûmetê ye:
Birêz Dr. Adil Baxewan, Rêveberê Navenda Lêkolînên Fransî ya li ser Iraqê, ez ji bo koça dawî ya bavê we sersaxiyê ji we re dixwazim û şirîkê xema we me. Xwedê rihê rehmetî di bihuştê de şad bike û ji we û malbata we re sebir û aramiyê bide.
