Îro salvegera dîrokî ya biryara lidarxistina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye
Berî heşt salan, di 7ê Hezîrana 2017an de, civîneke girîng a partiyên Kurdî bi serokatiya Serok Barzani biryar da ku referandûma serxwebûnê were lidarxistin.
Serok Mesûd Barzani got: "Ev ne biryara kesekî, partiyekê, du partiyan an sê partiyan e, ev biryara gelê Kurd e."
Di dema bangeşeya referandûmê de, Serok Barzani di mîtîngên xwe yên girseyî yên giştî de got: Jiyana bindestî windakirina îrade û rûmetê ye, lê hûn dijîn, bihayê serxwebûn û azadiyê, serfirazî û rûmet e, lê dibe ku hûn ji bo wê bimirin jî.
Piştî hilweşîna rejîma Beis û damezrandina rejîmeke nû, diviyabû Iraqa nû Iraqa hemûyan be, lê mafên gelê Kurd binpê dikir, destûrê paşguh dikir. Birîna mûçe û nanû hemwelatiyên Herêma Kurdistanê pêngavên wan ên destpêkê bûn û ew jî nîşaneya nevendparêzî û dîktatoriyê bû.
Di dema referandûmê de, Serok Barzani got: "Ev biryar ji ber ku Bexdayê destûr binpê kir hat dayîn. Ji ber ku Bexdayê şirîktî nehêla û destûr binpê kir ev biryar hate dayîn.
Di wê demê de, Serok Barzanî, wek Pêşmerge û rêberê miletekî bindest, ku komploya dagirkeran hîs dikir, erkê xwe yê dîrokî girt ser xwe û bi hev re bi piraniya partiyên Kurdî re, di 7ê Hezîrana 2017an de biryar da ku referandûmek ji bo serxwebûna Kurdistanê di roja 25ê Îlon a 2017ê de li dar bikeve.
Referandûma Serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an de bi serkeftî hate lidarxistin û %92.7ê gelê Kurd dengê erê dan ji bo serxwebûna Kurdistanê û ev yek wek belgenameyekî dîrokî dê her bimîne.
Îro, piştî heşt salan, komplo û niyetên dijminan li dijî mafên gelê Kurd ji her demê bêtir eşkere dibe.
