Umêd Xoşnaw: hikûmeta Iraqa Federalî, wekî berdewamiya siyaseta hikûmetên berê, dijitiya xelkê Kurdistanê dike
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw radigehîne ku hikûmeta Iraqa Federalî, wekî berdewamiya siyaseta hikûmetên berê, dijitiya xelkê Kurdistanê dike.
Ji aliyê xwe ve Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Mûsa Ehmed ragehand: "Em, ku endamên Lijneya Alîkariya Mirovî ya NY ne, li ser wê rêyê me nameyek nerazîbûnê li ser birîna mûçeyan pêşkêşî Sekreterê Giştî yê NY li Cenevreyê kirine."
Di çarçoveya projeya dabeşkirina goştê Qurbanê, Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî bi hemahengiya Komeleyên Heyva Sor a Iraq û Tirkiyê kampanyayek ji bo belavkirina goştê qurbanê li seranserê Kurdistanê ragihand.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, Mûsa Ehmed, ji rojnamevanan re got: "Kampanyayê belavkirina selikên xwarinê, hezkiriyên malbatê û goştê qurbanê dihewîne, ku zêdetirî 17 ton goşt ji bo belavkirinê hatiye amadekirin."
Herwaha got: "Ev proje dê tevahiya Kurdistanê, bi taybetî malbatên kêmdahat û niştecihên kampên penaberan bigire nav xwe."
Basnews
