• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokatiya Parlamentoya Iraqê: Biryara neşandina mûçeyan dijî biryarên Dadgeha Federal e

Serokatiya Parlamentoya Iraqê: Biryara neşandina mûçeyan dijî biryarên Dadgeha Federal e

Serokatiya Parlamentoya Iraqê derbarê biryara Wezareta Darayî ya Federal a ji bo birîn û neşandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê de, nîgeraniya xwe anî ziman û ragihand ku ev biryar dijî biryarên Dadgeha Federal e.

Serokatiya Parlamentoya Iraqê îro 4ê Hezîranê daxuyaniyek belav kir û tê de nîgeraniya xwe li hember biryara Wezareta Darayî ya Federal a derbarê mûçeyên Herêma Kurdistanê de nîşan da. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Biryar zerareke mezin digihîne welatiyên Herêma Kurdistanê û krîzeke aborî çêdike."

Serokatiya Parlamentoyê herwiha amaje bi wê yekê kir, biryara Wezareta Darayî ya Federal, dijberî biryarên Dadgeha Federal û Destûrê ye ku mafên hemû welatiyan misoger kiriye.

Di heman demê de, Serokatiya Parlamentoya Iraqê daxwaz ji Hikûmeta Federal kir ku di biryara xwe de ji nû ve binirxîne, bi taybetî di vê demê de ku Cejna Qurbanê nêzîk bûye.

Serokatiya Parlamentoya Iraqê herwiha got: "Nabe jiyana welatiyan û mafên wan bi mijarên siyasî û teknîkî ve werin girêdan, belkî ji bo çareserkirina vê mijarê û kêşeyên din ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pêwîst e serî li diyalog û lihevkirinê were dayîn."

 

K24

Top