Rojnamevanê Iraqî Enwer Hemdanî: Birîna mûçeyên fermanberên Kurdistanê tewanekî şermok û bêrûmet e
Rojnamevanekî Iraqî yê navdar dibêje ku birîna mûçeyên mûçegirên Herêma Kurdistanê tewanekî bêrûmetê ye û her berpirsekî ku di vê yekê de beşdar e tewanbar e.
Rojnamevanê Iraqê yê navdar Enwer Hemdanî, li ser rûpela xwe ya Facebookê got: "Ti têkiliya min bi pirsgirêka siyasî ya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de tine ye. Lê cezakirina fermanberên Herêma Kurdistanê bi birîna mûçe ve ku mafê wan ê karkirinê ye, ew beşekî serekî yê Iraqê ne û ew yek di rojên cejnê de tewanekî şermezariyê ye û bêrûmetiyê ye ji bo her berpirsekî ku destê wî têde hebe.’’
Herwaha diyar kir; sedema ku ew bawer dike ev tewan e, ji ber ku birîna mûçeyan li Kurdistanê dê bandorê li jiyana mirovan bi giştî û xizan û hejaran bike, yên ku ji bo debara xwe bi zehmet dixebitin û qutkirina nanê jiyana wan e.
Rojnamevanê Iraqî got: "Ez kurê Kurdistanê me, çawa ku ez kurê neteweya Ereb û hemû civakên gelê Iraqê me. Erka min e ku ez bibim dengê wan û wan biparêzim, çawa ku ez kurên Besra, Ziqar, Mîsan, Bexda, Enbar û Mûsilê diparêzim."
Basnews
