Faris Îsa: Hewlêr serê xwe li ber givaştinan natewîne
Serokê Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê amajeyê dide ku, Herêma Kurdistanê gelek kart ji bo çareserkirina pirsgirêkan hene. Tekez jî dike ku, Hewlêr serê xwe natewîne.
Serokê Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa îro (Çarşemê, 04 Hezîrana 2025ê) li ser tora civakî ya Xê peyamek li ser pirsgirêka mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û çawaniya çareserkirina wê belav kir.
Faris Îsa amaje jî da, "Ji bo derbaskirina krîzan, wekî krîzên darayî û pirsgirêkên din, Herêma Kurdistanê ne ewqas lawaz e wekî ku hin alî difikirin, gelek kartên givaştinê û rê ji bo çareseriyê hene, wekî kartên qanûnî û destûrî, herwesa hevparên me yên li welatî û civaka navneteweyî."
Serokê Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê di pareke din a peyama xwe de tekez kir, "Hewlêr serê xwe natewîne."
Piştî şandina lîsta mûçeyên meha Gulanê yên mûçexurên Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê, Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî li roja Çarşema borî (28ê Gulana 2025ê) di nameyekê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê haydar kir ku, êdî ew nikare li ser şandina mûçeyan berdewam be, bi hinceta ku Herêma Kurdistanê para xwe ya diyarkirî ji qanûna budçeyê derbas kiriye û ew yek bi pabendbûna bi biryara dadgeha federal û qanûna budçeya giştî ve girê da.
Piştî hefteyekê ji bizavên çareserkirinê bi rêyên cuda cuda û dadgeha federal, hîn jî tu îhtîmalek ji bo şandna mûçeyan berî Cejna Qurbanê, ku roja Înê ya bê ye, nîne.
K24
