Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê bersiva fraksiyona Yekgirtûya Îslamî da
Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê bi tundî bersiva fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê da û ragehand ku eger ew nikarin û naxwazin mafên gelê Kurd biparêzin, bila bêdeng bimînin û dev ji vê lîstika erzan, entrîka û durûtiyê berdin û êdî li dijî berjewendî û destkeftiyên gelê Kurd dernekevin.
Îro sêşemê 3/6/2025, fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parlementoya Iraqê bersiva fraksiyona Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê da û radigehîne: “Li gel xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê aşkeraye ku bêy ti sedemekî û di vê demê de ku em ber bi Cejna Qubanê ya pîrozve diçin, bi biryareke nedestûrî û neyasayî û bi temamî siyasî ku dijî prensîbên pêkvejiyan û şirîktiya li Iraqa nû de ye, mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Iraqa Federal ve hatiye rawestandin.”
Amaje bi wê jî hatiye dayîn: “Mixabin zilm û zoriyeke zêde li gelê me tê kirin, gelek caran beşek ji fraksiyonên kurdî gelek caran rola parêzeran dilîzin da ku hincetan ji bo kêmkirina mûçeyan û nanê xelkê Herêma Kurdistanê bixin, mînaka me ya îro jî fraksiyona Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê û Musenna Emîn bû, ku axaftina serokwezîrê Iraqê wergerand zimanê Kurdî. Li şûna ku wekî nûnerên gelê Kurd li dijî vê zilmê rawestin, ew bûn berdevk, wergêr û berdevkên kesên ku bi neheqî mafên gelê Kurd binpê kirine û nîşan dan ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê wê berpirsiyarê afirandina vê rewşê ne.”
Herwaha aşkera jî dike: “Ew û yên wekî wan demeke bo derketina komek biryarên li dijî xelkê Kurdistanê, bi berdewamî pştevaniyê bo neyarên gelê Kurdistanê û zêhniyeta şovenîst û taîfeyan dikin. Ji ber ku ew baweriya xwe bi pêkhateya Herêma Kurdistanê û doza wê ya rewa naynin, her tim hewl dane ku tiştên li dijî Herêma Kurdistanê bikin û wekî şîret bidin neyarên gelê Kurd.”
Fraksiyonê herwaha ragehandiye: “Em ji wan daxwaz dikin, eger ew nikarin û naxwazin mafên gelê Kurd biparêzin, bila bêdeng bimînin û dev ji vê lîstika erzan, entrîka û durûtiyê berdin û êdî li dijî berjewendî û destkeftiyên gelê Kurd rawestin.”
Herwaha dibêje: “Di dawiyê de, em bang li hemû fraksiyonên Kurdî yên li Parlamentoya Iraqê û partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê dikin ku li ser mafên gelê Herêma Kurdistanê yekgirtî bimînin, ji ber ku şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê ne xêre û ne jî sedeqe ye û belku ew mafekî rewa ye û divê êdî wekî kart û zexteke siyasî neyê bikaranîn û mafên wan êdî neyên binpêkirin.
Basnews
