Mesrûr Barzani peyamek sersaxiyê ji malbata Qerenî Cemîl re şand
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya hunermendê resam Qerenî Cemîl, nameyeke sersaxiyê ji malbat û kesûkarê wî kir û ragehandiye, ku mamosta Qerenî Cemîl, wênesazekî Kurdistanê yê nûjen û xwedî ezmûn bû.
Îro 3.06.2025, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya hunermendê wênesaz Qerenî Cemîl, nameyeke sersaxiyê belav kiriye û radigehîne: “Ez sersaxiyên xwe yên kûr ji malbat û hevalên wênesazê navdar ê Kurd Qeranî Cemîl re dixwazim û şirîkê xema wanim.”
Herwaha radigehîne: “Mamosta Qerenî Cemîl wênesazekî Kurd ê nûjen û xwedî ezmûn bû. Windakirina wî ji bo wênesaziya Kurdî windahiyek mezin bû. Xwedê rihê wî di bihuştê şad bike û aramî û sebrê bide malbat, xizm, heval û nasên wî.”
Basnews
