Rabûn Merûf: Şerme ku Parlamenterên Opozîsyona sextet daxuyaniyan didin ku bo dijîtiya Kurdistan û risqê xelkê wê tê bikaranîn
Serokê berê yê Fraksiyona Gorran li parlamentoya Iraqê radigehîne, ku şerim û eybe daxuyaniya parlamenter û kesayetiyên kurd bên bikaranîn, ji bo dijîtî kirina serweriya Kurdistan û birîna risq û debara gelê wê û dibêje: “Nêzîkî 4 salane ku yek daxuyaniyeke min nebû bi behane ji bo dijîtiya Kurdistanê û birîna budce û nanê welatê min.”
Rabûn Merûf, Serokê berê yê Fraksiyona Gorran li parlamentoya Iraqê li ser rûpela xwe ya tora civakî Facebookê nivisiye: “Dema ku ez çûme parlamentoya Iraqê, bi kiryar ve ango piratîk ve Serokê Opozîsyona Kurdistanê bûm li Bexdayê. Min di boneyekî de got: Ez dizanim ku ragirtina hevsengiya di navbera Opozîsyonbûnê li Kurdistan û nûnertiya kurd li Bexdayê de gelekî zehmete, Lê ti caran nabe dijberên Kurd ên li Bexdayê qet nerînên min li dijî rûmet û serweriya Kurdistanê û gelê wê bikar bînin. Ji ber vê yekê, nêzîkî çar salan, yek daxuyaniyek min wekî hincet ji bo dijberiya Kurdistanê û kêmkirina budceya neteweya min nehat bikar anîn.”
Herwaha dibêje: “Gelo opozîsyona sexte kariye wê hevsengiyê biparêze? Ma ne şerm e ku meriv daxuyaniyên parlamenter û kesayetên Kurd bikar bîne da ku li dijî serweriya Kurdistanê derkeve û debara gelê wê qut bike? Ma li tu deverek cîhanê opozîsyonek wisa heye?”
Herwaha dibêje, “Hîn jî têra xwe bêaqil hene ku dibêjin kêmkirina budçeyê bi gendeliya li Kurdistanê ve girêdayî ye? Gelo gendeliya li Kurdistanê, li gel wan kesan çareser dibe ku bi trîlyonan budce û pareyên Iraqê didizin?”
Basnews
