• Sunday, 08 February 2026
logo

Bi serpereştiya Serok Barzanî Komîteya Navendî ya PDKê dicive

Bi serpereştiya Serok Barzanî Komîteya Navendî ya PDKê dicive

Komîteya Navendî ya PDKê bi serperiştiya Serok Barzanî dicive û helwesta xwe li ser rawestandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê radigihîne.

Li gorî agahiyên K24ê îro 02.06.2025ê demjimêr 10:00ê, Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serperiştiya Serok Barzanî dicive.

Hat ragehandin, mijara sereke ya civîna Komîteya Navendî ya PDKê dê gengeşekirina biryara Wezareta Darayî ya Iraqê ji bo rawestandina mûçeyên fermanber û mûçegirên Herêma Kurdistanê be.

Ev civîn di demekê de tê lidarxistin ku, Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) roja Pêncşema borî (29ê Gulana 2025ê) li beranberî wê biryarê ragihand, "Em raya giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê haydar dikin ku hikûmeta federal li ser binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê berdewam e, binpêkirina herî dawî jî nivîsara duh ya Wezareta Darayî ye, ku li dijî destûr û bingehên peymana pêkanîna hikûmetê ye û siyasîkirina rizqê xelkî ye."

Mekteba Siyasî ya PDKê ragehandibû, "Em dê vê mijarê di civîna bê ya Komîteya Navendî ya partiya xwe ya roja 2ê Hezîrana 2025ê gengeşe bikin û biryarekê li ser bidin, û eger heta berî cejna pîroz a Qurbanê mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê neyên şandin, em dê helwestek cidî rabigihînin."

Piştî şandina lîsta mûçeyên meha Gulanê yên mûçegirên Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê, Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî li roja Çarşema borî 28.05.2025ê di nameyekê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê haydar kir ku, êdî ew nikare li ser şandina mûçeyan berdewam be, bi hinceta ku Herêma Kurdistanê para xwe ya diyarkirî ji qanûna budçeyê derbas kiriye û ew yek bi pêbendbûna bi biryara dadgeha federal û qanûna budçeya giştî ve girê da.

 

Basnews

Top