• Sunday, 08 February 2026
logo

Şandeke Rêveberiya Xweser li Şamê ye

Şandeke Rêveberiya Xweser li Şamê ye

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, ji bo pêkanîna danûstandinan ligel berpirsên hikûmeta nû ya Sûriyê, gihîşte paytext Şamê.

Şande ji van kesan pêk tê: Fewza Yûsif, Ebdulhemîd Mehbaş, Ehmed Yûsif, Senherîb Bersûm, Sozdar Hecî, Meryem Îbrahîm û Yasir Silêman, ku nûnertiya hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê dikin.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, şande dê guftûgoyan li ser çawaniya tevlîkirina sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser di nav hikûmeta nû ya Sûriyê de û cîbicîkirina rêkeftina di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera de bike.

Pêştir, endamê şandeyê Ebdulhemîd Mehbaş ji K24ê re ragihandibû, şandeya Rêveberiya Xweser, ji wê şandeya hevbeş a ku di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de li Qamişloyê hatibû avakirin, cuda ye.

Ragihandina Rêkeftina Ebdî û Şera

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera roja 10ê Adara 2025an, rêkeftineke heşt xalî îmze kiribûn.

Xalên rêkeftina Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî:

1- Garantîkirina mafên hemû Sûriyan ji bo nûneratî û beşdariya wan di proseya siyasî û hemû dezgehên dewletê de, li ser bingeha jêhatîbûna wan, bêyî cudahiya olî û neteweyî.

2- Civaka Kurdî, civakeke resen e di dewleta Sûriyeyê de û dewleta Sûriyeyê mafê wê yê welatîbûnê û hemû mafên wê yên destûrî garantî dike.

3- Agirbest li seranserî herêmên Sûriyeyê.

4- Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên bakurê rojhilatê Sûriyeyê tevlî rêveberiya dewleta Sûriyeyê tên kirin, di nav de deriyên sînor, firokexane û kêlgehên petrol û gazê.

5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûrî bo bajarok û gundên xwe û misogerkirina parastina wan ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve.

6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di şerê wê yê li dijî paşmahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlehî û yekîtiya wê.

7- Redkirina bangên parçebûnê, axaftinên nefretê û hewldanên belavkirina fitneyê di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.

8- Komîteyên cîbicîkar kar dikin û hewl didin ku rêkeftinê cibicî dikin, bi awayekî ku dawiya salê derbas neke.

 

K24

Top