• Sunday, 08 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Senator Jacky Rosen li ser parastina qewareya Herêma Kurdistanê hevnêrîn bûn

Mesrûr Barzanî û Senator Jacky Rosen li ser parastina qewareya Herêma Kurdistanê hevnêrîn bûn

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Senatora Amerîkî Jacky Rosen alî li ser rêzgirtin û parastina qewareya federalî ya Herêma Kurdistanê û dabînkirina mafên destûrî û şayisteyên darayî yên xelkê Kurdistanê hevnêrîn bûn."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 31ê Gulanê pêşwazî li Senatora Amerîkî Jacky Rosen kir.

Di hevdîtinê de, tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina zêdetir a pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de di warên ewlekarî û aboriyê de hat kirin. Di vê çarçoveyê de, amaje bi girîngiya serdana serkeftî ya dawî ya şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Barzanî bo Amerîkayê û hevdîtin û civînên wî yên li gel berpirsên payebilind ên Kongres û rêveberiya Amerîkayê hat kirin.

Di beşeke din a civînê de, herdu aliyan careke din piştrast kir ku ew li ser rêzgirtin û parastina qewareya federal a Herêma Kurdistanê û dabînkirina mafên destûrî û şayisteyên darayî yên xelkê Kurdistanê, hemfikir in.

Guhertin û pêşketinên li ser rewşa giştî ya Iraq, Sûriye û herêmê bi giştî, mijareke din a gotûbêjên di civînê de bûn.

 

K24

Top