Siyasetmedarên Ereb: Vekişîna Kurdan dê Iraqê hilweşîne
Biryara Wezîra Darayî ya Iraqê ya ji bo qutkirina mûçeyên fermanber û karmendên Kurdistanê bertekek bilez çêkir û yek helwêstiya fraksiyonên Kurdistanê li Iraqê û raya giştî ya Kurd red dike û wê biryarê wek neyasayî û li dijî mafên destûrî dibîne û wek bêrêziya li hember kerameta fermanberan û birsîkirina xelkê Kurdistanê dizane û bendewarî tê kirin ku biryarekî hevbeş a Kurdistaniyane li dijî wê bê wergirtin.
Siyasetmedarekî Iraqî vê derbarê de dibêje ku Kurd şirîkê sereke ne di hilweşandina rejîma Sedam Husên û vekirina deriyên navneteweyî ji bo opozîsyona Iraqê.
Siyasetmedarê Iraqî Meşan Cibûrî tora xwe ya civakî X de got, "Vekişîna Kurdan ji pêvajoya siyasî dê di aramiya Iraqê de erdhejek be."
Herwaha got: "Vekişîna Kurdan ji pêvajoya siyasî ne tenê dûrketina pêkhateyekî ye, lê di heman demê de hilweşîna beşek ji rewatiya neteweyî ye, ku ji bo Iraqê pir dijwar e encamên wê hilgire."
Siyasetmedarê Iraqî diyar kir: "Tenê diyalog çareserî ye û tiştek din nikare şûna wê bigire."
Ji aliyê xwe ve nivîskar û siyasetmedarê Iraqê Selîm Cumeylî, derbarê encamên biryara hikûmeta Iraqê ya dijî Herêma Kurdistanê û egera vekêşîna kurdan a ji proseya siyasî ya Iraqê di tora xwe ya civakî X de diyar kir: "Vekêşîna Kurdan ji proseya siyasî ne tenê vekêşîn û dûrketina pêkhateyekî ye, herwaha tê wateya ketina destûrê ye, tê wateya hilweşîna hikûmetêy ye û tê wateya hilweşîna rewatiya hilbijartinan e."
Basnews
