Şahê Erebistana Siûdî hişyarî da Xameneyî
Ajansa Reutersê îro Înê ragihand ku Wezîrê Berevaniyê yê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman peyamek lezgîn ji Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî re şandiye da ku pêşniyara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo danûstandinên li ser peymana nukleerî bi ciddî bigire û qebûl bike.
Li gorî ajansê, Qiral Selman bin Ebdulezîz ji bêîstîqrariya zêdetir a li herêmê nîgeran e û peyamek lezgîn ji Rêberê Bilind Elî Xameneyî re şandiye û kurê wî Prens Xalid bin Selman re gotiye, û tekez kiriye ku derfeta heyî dikare pêşî li gefa şerê bi Îsraîlê re bigire.
Ajansê amaje bi wê jî daye, Prens Xalid bin Selman di civînek girtî de bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan, Wezîrê Derve Ebas Iraqçî û Serfermandarê Hêzên Çekdar Mihemed Baqirî yê Îranê re li qesra serokatiyê ya Komara Îslamî hişyarî da ku serokê Amerîkayê ji bo danûstandinên dirêj sebir nake û pencereya dîplomatîk dê di demek nêzîk de bigire.
Basnews
