Qesra Spî: Îsraîl û Hamasê li ser agirbesteke 60 rojî li hev kirin
Koşka Spî roja pêncşemê 29.05.2025, ragehand: Îsraîl ji bo plana Amerîkayê ya ji bo agirbesta li şerîda Xezeyê razî bûye, di heman demê de danûstandin li gel Hemasê berdewame.
Berdevka Koşka Spî Carolyn Levitt di civîneke rojnamevanî de ragehand: “Ez dikarim piştrast bikin ku nûnerê taybet Steve Witkoff û Serok Donald Trump pêşniyara agirbestê ji bo Hemasê şandiye ku Îsraîlê qebûl kiriye û piştgîrî lê kiriye û Îsraîlê jî beriya ku Hemas bê agahdar kirin, ev pêşniyare îmze kiriye, amaje bi wê jî kirk u danûstandin berdewamin.”
Di çarçoveya vê yekê de, Îsraîl dê di roja yekem de ji herêmên ku vê dawiyê li bakurê deriyê sînor ê Natsarim dagir kiribûn vekişe. Li gorî Kanala 12 a Îsraîlê, di dawiya hevdîtinan de, heke lihevkirinek çênebe, Îsraîl dikare şer ji nû ve dest pê bike. Alîkariya mirovî jî dê bi beşdariya Neteweyên Yekbûyî were belavkirin.
Li gorî pêşniyara peymanê, ku duh bi şev pêşkêşî Îsraîlê hat kirin, qonaxa yekem dê bi agirbesteke 60 rojî dest pê bike, ku di nav hefteyekê de neh girtî û 18 cenaze dê di du qonaxan de werin radestkirin û berdan.
Basnews
