Nivîskarekî Iraqî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi ser bikeve û Iraq dê ji xirabiyê ber bi xirabtirbûnê ve biçe
Nivîskarekî Iraqî got, "Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên gaz û enerjiyê li seranserê Iraqê bi qîmeta 110 milyar dolarî bi şîrketên Amerîkî re peyman îmze kiriye."
Herwaha dibêje: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dixwazin Iraqê ji nû ve ava bikin, lê milîsên dûpişk ên alîgirê Îranê li pêşiya vê hewildanê radiwestin."
Nivîskar û rojnamevanê Iraqî Secad Teqî Kazim di gotarekî xwe ya di malpera Sewt El Iraqê de nivîsand: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo veberhênana li qadên gazê yên Kurdistanê zêdetirî 100 milyar dolar peyman bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re bi dest xistiye. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dixwaze Iraqê ji nû ve ava bikin, lê milîsên dûpişk ên alîgirê Îranê vê hewildanê asteng dikin."
Ew nivîskarê Iraqî dibêje: Li Iraqê bi dehan komên çekdar ên alîgirê Îranê hene ku bi eşkereyî dijminatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dikin û baregehên artêşa Hevpeymaniya Navnetewî lê bicîh bûne dikin armanc. Ew her wiha Amerîkî û Rojavayiyan direvînin, wek mînak ew kesê Awistralyayê yê revandin. Dawiyê de jî pêşneyara azadkirina wî li hember azadkirina Îraniyekî ragehandin."
Herwaha dibêje: "Ger çekdarên Heşdî Şebî mirovan direvînin û dikujin û serweriya Iraqê binpê dikin, em çawa dikarin ewlehiya şîrketên navneteweyî li navarest û başûrê Iraqê bicîh bînin?"
Di beşekî din a gotara xwe de jî dibêje; "Di salên dawî de, 100 milyar dolar ji bo elektrîkê hat xerckirin, lê Iraq ji xirabiyê ber bi xirabtirbûnê ve çû û pirsgirêka elektrîkê nehat çareserkirin. Welat ji ber gendelî û rêveberiya nebaş ketiye krîzê, ji pirsgirêka elektrîkê heta gazê, ji bêkariya milyonan heta hilweşîna sektora pîşesaziyê û çandinî û tenduristî û perwerdehiyê û belavbûna madeyên hişber ketiye nav krîzê.’’
Nivîskarê Iraqî dibêje: "Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên gaz û enerjiyê li seranserê Iraqê bi bihayê 110 milyar dolarî peyman bi şîrketên Amerîkî re îmze kiriye da ku di du zeviyên gazê de veberhênanê bikin."
Basnews
