• Sunday, 08 February 2026
logo

Di hevdîtina di navbera Serokê Hikûmetê û Serokê Hevpeymaniya Siyade de tekezî li ser pêwîstiya şandina mafên darayî yên gelê Kurd hat kirin

Di hevdîtina di navbera Serokê Hikûmetê û Serokê Hevpeymaniya Siyade de tekezî li ser pêwîstiya şandina mafên darayî yên gelê Kurd hat kirin

 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya serokê hevpeymaniya Siyade kir û li ser çend mijaran axivîn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê pêşwaziya Xemîs Xancar, serokê hevpeymaniya Siyade li Parlamentoya Iraqê kir, di civînê de rewşa giştî ya Iraqê û amadekariyên hilbijartinên parlementoyê yên ku di Mijdara îsal de hatine plankirin hatin nîqaşkirin.

Di beşek din a civînê de, girîngiya rêzgirtina ji sîstema federal û mafên hemû pêkhateyên Iraqî û  qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û şandina mafên darayî yên gelê Kurdistanê hate tekez kirin.

 

Basnews

Top