Hîwa Reş: Peymanên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de pir baş in
Nivîskar, Pêşmergeyê kevin û rexnegirê Silêmaniyê Hîwa Reş ji BasNewsê re ragehand: "Peymanên petrolê yên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şîrketên petrolê yên Amerîkî re îmze kirine pir baş û qebûlkirî ne, ji ber ku peymanên di navbera hikûmetan de Herêma Kurdistanê û Amerîkayê dê ji bo gelê Kurd sûdmend bin, lê di heman demê de yên hemberî me jî xistiye tengasiyê. Ev delîlek bêguman e ku peymanên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Waşingtonê de bandorek neyînî li ser ên beramberî me dikin."
Herwaha got: "Ji dema hebûna Kurdan ve, dijberê me ku Bexda ye, li dijî vî gelî ye. Wan hewl da sîstema bankî ya Tewtîn li ser me ferz bikin. Ev pênaseya navên gelê Kurd xistina dest xwe ye. Piştre di warê radestkirina petrol û dahata navxwe jî tenê ji bo ku Bexda mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne hat kirin, lê Bexda pêbend nebû bi wan rêkeftinan û xwe jê dizîn. Derveyî wê jî Bexda li ser madeya 140 pirsgirêkê ji bo navçeyên Kurdistanî çêkiriye. Herwhaa mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê birîne. Wê demê Bexdayê çi tiştek nehiştiye û roj bi roj me tengav dike. Ew peymanên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de hatine kirin berovajî wan hemû tengasiyan, li dij wan wegeriya û berê Bexdayê bi birîna mûçe û ceza kirina xelkê Kurdistanê em tengav dikirin, lê naha ew tengav bûne.’’
Herwaha got: "Temamê peymanan wek projeyekî giring dizanim û hest dikim projeyeke ku dê paşerojekî geş li gel xwe bîne. Ez piştrast im ku eger rêkeftin pêş de biçin, ez piştrast im ku Referandûma Serxwebûna Kurdistanê dê ji nû ve were vejandin. Ger referandûm ji nû ve were vejandin, wê hingê em ê ber bi serxwebûna Kurdistanê ve biçin. Bêguman temamê peymanan bertek li hember hebûne bi taybet di asta yek bi yek cehşan de, kes bi kesên dijî kurd bertekên wan hebûne, naha jî ez dibêjim. Ez rêkeftinên di navbera Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekbûyî de wekî tiştek baş dibînim û ez hêvî dikim ku pêşerojek geş li benda me ye."
Nivîskar û Pêşmergeyê kevin Hîwa Reş diyar kir: Cehş û kirêgirtî her tim li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, lê gava hûn behsa cehşan dikin, ew ji hemî nirxan dûrketine, bi taybet jî ji hemî nirxên neteweyî dûr in, berê jî nav me de cehş gelek zêde bûn, lê cehşên naha û kirêgirtiyê naha ji cehşên berê gelek pîstirin, berê cehşên Fewca Xefîfe hebû, tîmên wan ên taybet û îstixbaratê û hevalên hizbî (Beis) hebûn. Mixabin, di hemî qonaxên dîrokê de cehş ji me kêm nebûne, lê cehşên îro ji hemî cehşên berê metirsîdartir in. Ji ber vê yekê, divê îro li dijî kirêgirtiyên naha bê sekinandin. Min bixwe jî gelek rexne û têbiniyên min hene ji bo desthilatê, lê hin pêngav jî hene gelek baş in. hêvîdarim pêngavên baştir bavêjin. Ya din jî eger em dixwazin bigehin mafên xwe divê em ji komployên dijminên xwe û kirêgirtiyên wan netirsin.
Basnews
