Necef – Ji duh ve xwepêşandan ji ber xizmetguzariyên xirab û kêmbûna elektrîkê berdewam dikin
Niştecihên parêzgeha Necefê ji Yekşemê ve ji ber xizmetguzariyên xirab û kêmbûna elektrîkê xwepêşandanan li dar dixin.
Çapemeniya Iraqê ragihand ku xelkê li çend navçeyên parêzgeha Necefê xwepêşandan dest pê kirine û çend rêyên sereke û rêyên din jî girtine.
Xwepêşander dibêjin rewşa xizmetguzariyê li parêzgehê pir xirab e û germahiya hewayê li parêzgehê nêzîkî 49 pileyê ye, lê elektrîka wan tine ye.
Xwepêşanderan gotin ku heta daxwazên wan neyên qebûlkirin, ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Hêzên ewlehiyê gelek xwepêşander girtin, bi taybetî li navçeya Menazra ya li parêzgeha Necefê.
Basnews
