• Sunday, 08 February 2026
logo

DEM Partî û MHP dicivin

DEM Partî û MHP dicivin

 Gera partiyên siyasî ya DEM Partiyê berdewam dike û îro 27.05.2025ê şanda DEM Partiyê dê serdana koma MHPê bike.

Gera partiyên siyasî ya Partiya DEMê berdewam dike.

Şandeya DEM Partiyê dê li Parlamentoya Tirkiyê bi rayedarên Partiya Tevgera Neteweperest a MHPê re hevdîtinê bike.

Gavên ku piştî biryara danîna çekan ji aliyê PKKê ve werin avêtin, dê di civînê de werin nîqaşkirin.

Hat ragehandin di civîna herdu partiyan de banga Serokê MHPê Devlet Bahçelî ya ji bo avakirina komîsyonekê derbarê pêvajoyê de jî dê were nîqaşkirin.

Herwaha dê danûstandina nêrînan li ser rêziknameyên cezayê were kirin.

Civîn dê demjimêr 11.30an de dest pê bike.

Tê payîn ku şanda Partiya DEM Partiyê vê hefteyê bi koma AK Partiyê re jî bicive.

 

Basnews

Top