• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Îranê pêleke nerazîbûn û xwepêşandanan serî hildide

Li Îranê pêleke nerazîbûn û xwepêşandanan serî hildide

 Kanala SKY News a Erebî ragehandiye, pêleke nû ya xwepêşandanên girseyî li Îranê derbasî roja xwe ya pêncemîn bûye û li 93 bajaran li 27 parêzgehên wî welatî belav bûye.

Ev xwepêşandan di demekê de tên ku krîzeke aborî ya dijwar û astengiyeke siyasî ya li ser nezelaliya li ser encamên danûstandinên nûkleer yên Tehranê bi Amerîkayê re heye.

Ajokarên kamyonan ji 22ê Gulanê ve di greveke giştî de ne, ev yek jî sektora veguhastina navxweyî bi temamî rawestandiye. Ji wê demê ve, grev berfireh bûye û bi dehan parêzgehên mezin ên wekî Tehran, Îsfahan, Xuzistan, Fars, Kirmaşan, Kurdistan û Azerbaycanê digire nav xwe.

Şofêr li dijî zêdebûna lêçûnan, du qat zêdekirina buhayên parçeyên yedek û petrolê, kêmkirina rêjeyên mazotê ji aliyê hikûmetê ve, gendeliya berbelav û binesaziya xirab protesto dikin.

Wan rawestandina tevahî ya barkirinê li navendên belavkirinê ragihandine, û evê jî zexteke zêde xistiye ser aboriya wî welêtî.

Di heman demê de, nanpêj di meha Gulanê de li gelek bajarên Îranê xwepêşandan li dar xistin, ji ber ku ew ji ber bilindbûna buhayên ard û madeyên bingehîn, rasyonên xwarinê yên nebaş ên hikûmetê û têkçûna sîstema alîkariya elektronîkî ya bi navê Nanino hêrs bûn.

Xwepêşanderan tekez kirin ku ew neçar in ku ard li bazara azad bi du qat bihatir bikirin ji ber gendeliya di torên belavkirinê de û nebûna çavdêriyê, ku gefê li berdewamiya karê wan dixwe.

Li gor şîrovekaran tiştê ku îro Îran dijî hêrseke gel a berfireh e ku ger berdewam bike dikare bibe sedema teqînek civakî.

Ev di demekî de ye ku ambargoyên navneteweyî yên li ser Îranê berdewam dikin û welat di krîzeke aborî ya kûr re derbas dibe.

 

 

Rudaw

Top