• Sunday, 08 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetî û Serokeşîrêtên parêzgeha Enbar û derdora Bexdayê kir

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetî û Serokeşîrêtên parêzgeha Enbar û derdora Bexdayê kir

 Roja 26.05.2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetî û serokeşîrên parêzgeha Enbar û derdora Bexdayê kir.

Di hevdîtinê de şanda mêvan spas û rûmetên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin ku herdem beravan û piştevanê daxwaz û mafê pêkhatên Iraqê bûye. Herwiha spasiya mêandariya xelkê Kurdistanê kirin ku li rojên teng de û di dema şerê terorê da sedan hezar koçberan hewandiye. Her li vê hevdîtinê de endamên şanda mîhvan behsa rewşa parêzgeha Enbar û her wiha maf û daxwaz û kêşeyên navçeyên xwe kirin û Serok Barzanî ji çendîn pêşniyar û daxwazên xelkê navçeyên xwe agahdar kirin û daxwaz jî kirin li pêvajoya hukimranî û sazî û damezraweyên dewletê da hevsengî hebê û hemahengî û birayetî û tebayî li navbera hemû pêkhatên Iraqê de bê bihêztir kirin.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina şanda mîhvanan, gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û li axaftina xwe de balkişand li ser wê şaşî û binpêkirinên ku piştî rûxana rejîmê hatine encam dan û tekez li wê yekê kir ku pêvajoya siyasî li Iraqê da wê demê serkeftî dibe ku hemû aliyek pêdagirê destûr û prensîpên li hevkirin û hevbeşî û hevsengiyê bin. Li berdewamiya gotara xwe de Serok Barzanî behsa guhertinên navçeyê û her wiha hilbijartinên paşeroja Iraqê û çawayî ya parastina Iraqê ji gef û astengan kir.

Li beşeke gotara xwe de Serok Barzanî bersîva pirsiyar û têbîniyên amadebûyan da.

 

Basnews

Top