Trump: Putin dîn bûye û bêsedem gelek kesan dikuje
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi tûndî êrîşî Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn kir û got ku ew "bi temamî dîn bûye û bêsedem gelek kesan dikuje".
Kanala CNN a Amerîkî ragihand ku daxuyaniyên serokê Amerîkayê piştî êrîşeke mezin a Moskowê li ser Ukraynayê di dawiya hefteyê de hatin.
Herwaha Trump Serokê Ukraynayê jî bi tundî rexne kir û got: "Zelensky bi rêya daye berxwe ve ti xizmet û ti tiştek ji bo welatê xwe nekiriye."
Trump got, "Têkiliyeke min a baş bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re heye, lê tiştek bi serê min hat ku ew bi tevahî dîn e ji ber ku ew bê sedem gelek kesan dikuje. Ez ne tenê li ser leşkeran nakim, li ser kesên din jî dikim û bi dronan bajarên Ukraynayê bê sedem dikin armanc û bombebaran dikin.’’
Trump got ku Rûsya tevahiya Ukraynayê dixwaze, ne tenê beşek jê. Eger wê pêngavê jî bavêje dê bibe sedemê ketina Moskowê.
Basnews
