• Monday, 09 February 2026
logo

Bav kurê xwe da ber kêran û ew kuşt

Bav kurê xwe da ber kêran û ew kuşt

Li Antalyayê bavekî kurê xwe bi kêran kuşt.

Bûyerê li navçeya Muratpaşayê rû da.

Li gorî agahiyan, di navebera Alî T.yê 60 salî û kurê wî Barişê 25 salî de hinek pirsgirêk hebûn.

Bav gazî kurê xwe kiriye da ku ew biaxivin lê di navbera wan de nîqaş derketiye.

Alî T. hêrs bûye û kurê xwe daye ber keran û ji cihê bûyerê reviyaye.

Li ser agahdarkirina kesên li derdorê polîs û tîmên tenduristiyê çûne herêmê.

Tîmên tenduristiyê dîtiye ku Bariş hema li cihê bûyerê miriye.

Tîman termê Barişê ciwan ji bo otopsiyê veguhestiye meytxaneya Enstîtuya Tiba Dadî ya Antalyayê.

Alî T. li mala xwe hatiye desteserkirin û kar û barên wî yên îfadewergirtinê dest pê kiriye.

 

Rudaw

Top