• Sunday, 08 February 2026
logo

Xezze.. Di dema 24 seetên borî de 90 kes hatine kuştin

Xezze.. Di dema 24 seetên borî de 90 kes hatine kuştin

 Berpirsên Tendirustiyê yên Xezzeyê diyar dikin ku, di dema 24 seetên borî de li Xezzeyê 90 kes hatine kuştin.

Berpirsên Tendirustiyê yên Xezzeyê parve kiriye, “Ji ber êrîş û bombebaranên Israîlê, di dema 24 seetên borî de nêzî 90 kesan hatine kuştin, û piraniya wan jî li deverên Hey Selatîn, Beyt Lahiya û Sudaniyeyê bûn.”

Berpirsên jêgotî amaje jî daye, “Ew alîkarîyên mirovî yên ku ji alîyê civaka navneteweyî ve ji Xezzeyê re hatine şandin li ser rêya Selahedînê keftine ber êrîşên balafirên Israîlê.”

Herwesa Nûnerê Amerîkayê li Rojhilata Navîn Steve Witkoff jî tekez kir, “Yekane şertê rawestandina şerî li Xezzeyê azadkirina hemî rehîneyên li bin destê Hamasê ye.”

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê li roja Sêşemê (20ê Gulana 2025ê) di ragihandinekê de dawî amarên rojane li ser hejmara qurbaniyên li Xezzeyê belav kirin.

Li gorî wê ragihandinê, di dema 24 seetên borî de, 87 welatiyên Filistînî di êrîşên Israîlê yên li ser Xezzeyê de hatine kuştin, herwesa 290 birîndar jî ji bo nexweşxaneyên Xezzeyê hatine veguhastin.

 

K24

Top