• Monday, 09 February 2026
logo

Iraq.. Polîsekî li Necefê hevjîna xwe kuşt û piştre xwe kuşt

Iraq.. Polîsekî li Necefê hevjîna xwe kuşt û piştre xwe kuşt

Çavkaniyeke ewlekariyê li parêzgeha Necefa Iraqê ji çapemeniyên Iraqî re ragehand: “Îro 22.05.2025, polîsekî li parêzgeha Necefê bi 11 fîşekan a klaşînkofeke Wezareta Navxwe ya Iraqê, hevjîna xwe kuşt.”

Herwaha li gor wê çavkaniyê, kujer piştî encamdana tawanê xwe, di nav mala xwe de li taxa Mîlad li navçeya Far, dawî bi jiyana xwe aniye.

Wê çavkaniyê ragehandiye, ku ew bûyer derdora 8:30 deqeyan a sibehê qewimiye, dema ku ew polîs ku ser bi beşa hêzên polîsê parêzgehê bûye, di destpêka dewama xwe de, beriya ku cihê karê xwe bihêle û ber bi malê ve biçe, çeka xwe ya fermî wergirtiye.
Li gor wê çavkaniyê ew polîs çûye mala xwe û gule berdaye hevjîna xwe ku di wê demê de hevjîna wî mijûlê çêkirina xwarinê bûye, yek ser di cihê xwe de jiyana xwe ji dest da ye. Piştre kujer çûye odeya mêvanan û bi heman çekê dawî bi jiyana xwe jî aniye.

Lêpirsînên destpêkê nîşan didin ku ew tawan di encama nakokiyeke malbatî ya dijwar di navbera herdu hevjînan de bûye, û aliyên peywendîdar jî tedbîrên yasayî girtine.

 

Basnews

Top