Li Waşingtonê bi amadebûna şêwirmendê payebilind ê Serok Trump, ji bo pêşwazîkirina serokwezîr vexwandina şîvekê hat lidarxistin
Şêwirmendê Payebilind ê Serokê Amerîkayê Donald Trump Massad Bulls, roja pêncşemê êvarê li Waşingtonê ji bo pêşwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wek bixêrhatinê şîvek li dar xist.
Di vexwandina şîvê de, ku hejmarek ji kesayetiyên navdar ên Amerîkî beşdar bûn, Şêwirmendê Payebilind ê Serok Trump di gotarekê de bi xêrhatina Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û serdana wî ya bo Amerîkayê wekî serdanek pir serketî bi nav kir.
Şêwirmendê Serokê Amerîkayê her wiha tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina têkiliya stratejîk a di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de kir.
Di axaftina xwe de, Serokwezîr spasiya mêvandariyê li wî hatiye kirin kir û got ku Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî, piştgirî û dostaniya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gelek spasdar e û em dixwazin têkiliyên dualî di hemû waran de bêtir pêş bixin.
Basnews
