Mesrûr Barzani: Herdu rêkeftinên ku li Waingtonê hatine kirin bi tevahî yasayî ne, her daxuyaniyeke li dijî van peymanan siyasî ye û ne tiştek din e
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêncşemê 22.05.2025, di panelekê de li Waşingtonê, bi beşdariya Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright, ragehand: “Ji ber kêmbûna çavkaniyan, me elektrîka pêwîst nebûye, ji ber vê yekê em xwe dispêrin jeneratoran, lê vê yekê jîngeh qirêj kiriye û pirsgirêk çêkiriye û her meh gelek pere ji xelkê tê vegerandin. Ji ber vê yekê, me biryar da ku heta dawiya sala bê 24 demjimêran elektrîk bidin tevahiya Kurdistanê, ji sedî 80ê xelkê kirêya elektirîka wan li gor qonaxa beriya Projeya Ronakiyê, dê erzantir be.”
Herwaha ragehand: “Li tevahiya Iraqê pirsgirêka elektirîkê heye, li Kurdistanê hêza me ya wê heye ku elektirîk û gaza zêdetir berhem bînin, bo vê jî nek tenê ji box we, belku hêza me heye ku em bişînin welatên cîran re jî.”
Herwaha Serokwezîr ragehand: “Me du peymanên pir baş bi du şîrketên pir baş re îmze kirine, da ku em karibin bêtir elektrîkê hilberînin, ku ev jî ew tişte ku diviyabû me bikira.”
Di derbarê daxuyaniya Wezareta Petrolê ya Iraqê de jî Mesrûr Barzanî got, “Daxuyaniya ku li Bexdayê hat dayîn, divabû li bendê bûya. Ev rêkeftin di berjewendiya gelê Kurd de ye û ji bo Iraqê jî baş e. Ew ê ji bo xelkê bêtir elektrîkê peyda bike. Çima hûn li dijî wê ne? Ev herdu peyman bi tevahî qanûnî ne, ji ber ku du şîrket li Herêma Kurdistanê kar dikin û peymanên wan çûne dadgehê û sê caran dadgeha Bexdayê biryar daye ku peymanên wan bi kêrî wan hatine û karê wan li Herêma Kurdistanê bi tevahî qanûnî ye. Destûr maf ji Herêma Kurdistanê re hatiye dayîn ji bo wan herêmên ku di bin kontrola wê de ne, ku ev bi tevahî qanûnî ye û her daxuyaniyek li dijî van peymanan siyasî ye û ne tiştek din e.”
Herwaha hatiye diyar kirin, “Danûstandineke me ya pir baş li gel Serokwezêrê Iraqê hebûye, hemû demê jî xwestiye alîkar be.”
Di serbarê Sûriyê de Serokê Hikûmetê got: “Bêguman Sûriye di demên dijwar re derbas bûye, û ev serdemeke nû ye ji bo gelê wê. Em paşxaneya wan hemûyan dizanin, û pêwîste ku derfeteke ji pergalên wan ên nû re were dayîn.”
Herwaha got, “"Hikûmeta Şamê bi hin pirsgirêkan re rû bi rû ye. Her kes hêjayî alîkariyê ye. Em ê alîkariyê bikin. Em dizanin ku her tişt neqediyaye û gelek pirsgirêk hene. Gelek pirsgirêkên Hikûmetê hene, em hêvî dikin ku ew ê hilbijartinan bikin û destûrek bê nivîsandin ku rêzê li hemû pêkhateyan bigire, vê ja çi Kurd bin, çi Elewî bin, çi jî her pêkhateyek din bin.”
Mersûr Barzanî di derbarê sîstema Federalî ya Iraqê de ragehand: “Li Iraqê sîstemeke federal heye, lê federalîzm ne tenê li ser kaxezê hatiye nivîsandin, divê were bicîhanîn. Di sala 2005an de, piraniya Iraqiyan dengê xwe dan destûrê û em baweriya xwe bi federalîzmê tînin. Zehmetî hene, ne ji ber ku federalîzm xirab e, lê ji ber ku nehatiye bicîhanîn.”
Maf û yekdengiya kurdên li Rojava xaleke din a gotinên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn, û got, “"Serok Barzani herdu partîyên Kurdên Sûrîyê anî cem hev û bi wan re axivî. Em bawer dikin ku divê Kurd yekgirtî bin û mafên xwe bi dest bixin, lê ew biryara wan e ku ew ê çi cure têkilîyê bi Şamê re deynin, ya girîng ewe ku mafê kurdan selamet be.”
Li ser axaftinê Wezîrê derve yê Amerîkayê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Em rêzê li gotinên Birêz Romeo, Wezîrê Derve yê Amerîkayê digirin. Ew pir girîng bû û em pir kêfxweş bûn ku me bihîst. Em bi serbilindî dost û hevpeymanên Amerîkayê ne. Bêguman, em pir piştgirîya siyaseta derve ya Birêz Trump û biryarên wî yên ji bo avakirina aştî û aramiyê li cîhanê dikin. Em dixwazin îspat bikin ku Kurd ne tenê di şerê li dijî DAIŞê û hevkariya bi hevalbendên xwe re baş in, lê di heman demê de em dixwazin hevpeymanên din jî hebin. Ji vê re dibêjin serkeftî û serketî, em herdu aliyê xwede jî serkeftîne, ji ber wê jî em bi wê pêywendiyê serbilindin.”
Basnews
